
Yekem Konferansa Perwedeya Civaka Demorkatî ya Kantona Cizîrê ku li Akademiya Wêje û Zimanê Kurdî ya Celadet Bedir a Qamişlo bi beşdarbûna 215 delegeyan duh dest pê kir, piştî axaftin û peyaman reşnivîsa rêziknammeya hundirîn ku ji aliyê komîteya akamdekar ku ji hemû pêkhateyan pêk dihat hatibû amadekirin hate nirxandin û nîqaş li ser hatin kirin. Piştî nîqaşên demdirêj, hin sererastkirin hatin kirin. Bi yekê xal bi xal di riya dengdayînê re hatin erêkirin.
Di berdewama konferansê de derbarê perwedeyê de biyarên hatin destnîşan kirin, hemû biryarên hatin destnîşankirin di riya pêşniyar û nerînan re hatin erêkirin.
Seferberiya perwerdeyê
Bi biryarên konferansê bingehê perwerdeya demokratîk a Kantona Cizîrê û Rojava tê amade kirin. Yek ji biryaran zêdekirina hejmara mamosteyan di sîstema perwedeya civaka demokratîk de ye. Ev yek jî bi diruşmeya “Ji bo ronîkirina civakê tujî bibe finek”Ji niha û heta sala xwendinê ya sala 2015-2016’an bi alîkariya saziyên sê kantonên Rojava dê seferberiya perwedeyê bê destpêkirin. Her wiha di encamnameyê de hate xwestin ku pêwîste hemû xebatkar, mamoste û rêveber li gorî şêwaza sîstema perwedeya civaka demorkatîk tevbigerin û li dijî kiryarên şaş derkevin.
Disîplî û cidîgirtina karê perwerdeyê jî bi vê xalê hate formule kirin: „Pêwîste hemû endam, mamoste û rêveberên komîteya perwedeyê ya civaka demorkatîk derbarê sîstem, dispilîn û demokratîk, karê hevbeş wekî bingeh di kar û xebatên xwe de esas bigirin, pêwîste bi hemû saziyên din re jî bi awayekî hevkar kar bikin.“
Her wiha biryar hate girtin ku bi proje û tedbîrên werin girtin koçberbûna mamosteyan ji Rojava were asteng kirin.
Biryarên hatin standin
Di bin navê „Derbarê perwedeyê de“ 13 xalên biryarhe hatin destnîşan kirin. Ev xal wiha ne:
1-Sîstema perwedeya civaka demokratîk divê kesayetan xwedî zanyarî, demokratîk, azadiya jinan û dûrî hemû cûreyên nijatperstiyê û pêwste bi rêzdarî li beranberî hemû çand, ziman, nerînan bin.
2-Pêwîste sîstema perwerdeyê ya kantona Cizîrê ji sîstema dewletê bê qutkirin û ji aliyê komîteya perwedeya civaka demokratîk bê birêvebirin.
3-Pêwîste metreyalên xwendinê yên sereketayê di sala nû ya xwendinê (2015-2016) yê kantona cizîrê bê guhertin, ji sinifa yekê û heta 3’yan pêwîste metreyalên Perwedeya Civaka demokratîk bi zimanê dayîkê bêne dayîn.
4-Komîteya perwedeya civaka demorkatîk ya kantona Cizêrê dê xwe ji perwedeyê û pêşxisitna sîstema perwedeya zarokan û mamosteya a li kampa Neworz berpirsyar bibîne û dê alîkariya wan a amdî û menewî bike.
5- Dê akademiyên taybet li kantonê di nava 3 mehan de bêne vekirin.
6-Pêwîste li kantona Cizîrê akademiya perwedeya mamosteyan bê vekirin û wan di warê fikirî û rêxistî de pêş bixin.
7-Pêwîste peymangehên Zanista Perwedeyê yên katnona Cizîrê û di hemû aliyan de bêne pêşxistin.
8-Pêwîste di nava 2 salan de hemû dibistanên kantona Cizîrê ji sîstema 2 sinif di odeyekê de bê xilaskirin, pêwîste dibistanên nû li gundan bêne avakirin.
9-nabe li kantona Cizîrê perwede bibe mijara bajaran, nabe bibe alavek ji bo komkirina pereyan, ji ber vê yekê dê ji niha û pêve dê rixst ji bo avakirina dibistanên taybet neyên dayîn, Dibistanên niha heyî jî dê di bin çavdêriyê de bin.
10- Ji bo ku erka xwe ya sereke pêk bîne, her wiha ji bo ku neyê parçekirin û Mamoste hemû madeyan bide zarokan, pêwîste hemû navendên perwedeyên taybet bêne girtin û ruxst ji wan re neyên dayîn.
11-Ji bo ku malbat û dibstan di perwedeya zarokan de hevdû temam bikin, da ku zulim di hundirê malan de ji ser zarokan bê rakirin, pêwîste her du mehan careke ji malbatên zarokan re civîn bêne lidarxistin. civîn dê li dibistanan bê lidarxistin.
12-Di dawiya sala xwendinê de pêwîste mirîcanên çandî û spor ji xwendekarên dibistanan re bêne lidarxistin.
13-Hemû diruşme û alên nijatperest ji ser dibistanan bêne rakirin.
Derbarê mamosteyan de
Biryarên derabrê mamosteyan de jî ev in:
1- Hemû mamoste di parastina ax, welat û nirxên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriya demokratîk de berpirsyar in.
2- Divê hemû mamoste perwerdeyên xwe li gorî fikra netewa demokratîk bidin meşandin.
3- Hemû mamoste di avakirin, berfirehkirin, pêşxistin û parastina sîstema perwerdehiya civaka demokratîk de berpirsyar in.
4- Divê hemû endam û mamosteyên gund û taxên bajaran endamên komînan bin û berpirsyariya perwerdekirina endamên komînên xwe rabikin.
5- Endam û mamosteyên dest ji kar berdidin, bêyî ku sedemekê yan raporeke nivîskî yan beşdarî karekî din dibin diyar bikin, vegera wî/wê ya kar nayê qebûlkirin û eger israr kir nêrîna komîteyê tê girtin û demekê dikeve bin kontrolê piştre fermî li kar vedigere.
6-Pêwîste hemû endam û mamosteyên komîteya perwedeya civaka demorkatîk tevlî perwedeya ziman û fikirî bibin, her wiha çawaniya dayîna perwedeyê bibin.
7-Pêwîste hemû kesên ku dixwazin bibin mamoste di Peymangeh û akademiyên komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk de bixwîne û bawernameyên wan werbigrin, bi vê yekê dê bibe mamosteyê fermî.
8-Pêwîste mamoste bê agahiya komîteyê tevlî tu xebatên din nebe.
9-Pêwîste hemû mamoste bibin sedema avakirina mambata demorkatîk û jiyana hevbeş, her wiha pêwîste bi berpirsyariya zewicandina di temenê biçûk de bihisin. Di heman demê de pêwîste ji bo pêşxistina civakê ya di hemû aliyan de kar bike.
10-Di sîstema Civaka Demokratîk de na be bi tu awayî tundiya cesedî û nefsî bêne bikar anîn, ev yek xeta sore. mamosteyên vê mijarê pêk neyîne divê bêne darizandin.
Biryarên giştî
Di konferansê de hin ji biryarên di aliyê giştî de hatine girtin ev in:
1-Navên şehîdan li hemû dibistanan were kirin.
2-Koperatîfên girêdayî komîteyên aborî yên komînan bêne avakirin û divê Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina van koperatîfan bûdçeyekê veqetîne.
3-Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk li gel hemû saziyên civaka sivîl li dijî xebitandina zarokan têbikoşe.
4-Divê hemû endam û nûnerên hemû sazî, tevger û desteyan fêrî zimanê xwe yê zimakî bibin.
5-Divê arşîv û belgeyên fermî û peyamên di navbera hemû sazî û rêxistinên herêmê de bi hersê zimanan bêne nivîsandin.
7-Bi hevkariya şaredarî û saziyên zimên navên kolan, fabrîke, qad, kargeh deverên civakî bi hersê zimanan bêne nivîsandin.
8- Mamosteyên ku xebatên xwe baş meşandine di rojên taybet de bêne xelatkirin.
9- Divê hemû mamoste di şahî û munasebetan de cil û bergên herêmî li xwe bikin.
10-Di karkirina kesan de divê bawernameyên akademî û peymangehên girêdayî Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk esas bête girtin. varê wê bi mîtîngeke girseyî kon bê rakirin.
ANF/QAMIŞLO