Piştî biryara vekirina peymangehan û zêdekirina mamosteyên zimanê Kurdî ku di kongreya ziman û perwerdeya demokratîk a li bajarê Qamişlo hatiye lidarxistin, xebatên perwerdekirina mamosteyan hatin zêdekirin. Bi vê mebestê li bajarê Amûdê jî dewreyeke perwerdeyê hate destpêkirin.
Bi pêşxistina perwerdeya demokratîk
Perwerde li Dibistana Necmedîn Ehmed bi merasîmekê destpê kir. Di merasîmê de ku bi rêzgirtinê destpê kir, 236 namzetên mamostetiyê amade bûn. Di merasîmê de li ser navê Kordînasyina Tevgera Ziman û Perwerdeyê Nûjîn Bilind û li ser navê TZP’ya Amûdê Delîl Cûdî axivîn.
Di axaftinan hate diyarkirin ku ev perwerde li hemû bajar û herêmên Rojava têne kirin û armanc jî gihandina mamosteyan e. Axaftvanan destnîşan kir ku ew dixwazin perwerdeyeke demokratîk bi pêş bixin û ji hemû şagirtan re serketin xwestin.
Di dawiya merasîmê de bernameya perwerdeyê hate diyarkirin û şîranî li hemû şagirt û mamosteyan hate belavkirin.
ANHA/AMÛDÊ