Bi armanca pêşxistina behremendiya zarokên taxa Şêxmeqsûd, Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê dewreyeke perwerdeyê ya wêne, muzîk, stran, dîlan û lîstokên zarokan vekir.

Hejmara kesên ku tevlî dewreyê bûne 210 in û li ser 14 koman hatin belavkirin. Destpêkê waneyên teorî di dirêjahiya hefteyekê de dê werin dayîn. Wane ji aliyê 10 mamosteyên pisporên wênesazî, muzîk, staran, dîlan û lîstok zarokan ve têne dayîn.

Bê pere ye

Her komek li gorî 2 refan hatine dabeşkirin, refa yekemîn zarokên jêrî 14 salî ne û refan din jî 14 salî û jor de. Dewre bê pere hatine vekirin, zarok ji bilî rojên În û Şemiyê perwerdeyan dibînin.

Şêniyên taxê bi coşekê zarokên xwe dişînin dewreyê û wek derfetekê ji bo pêşxistina behreyêmn zarokên xwe dibînin.

Bingeheke xurt ava dibe

Şêniya bi navê Mune Henan behsa girîngiya dewreyê kir û diyar kir ku du zarokên wê tev li waneyên muzîkê bûne. Mune anî ziman ku dewre behreyên zarokên wê di warê muzîkê de pêş dixe û bingehek xurt ava dike.

Li ser heman mijarê heman mijarê endamê rêveber ê navendê Ferîd Sirûr tekez kir ku dewre bi alaqeyeke mezin ji aliyê şêniyan ve hatiye pêşwazîkirin û armanc ji vekirina dewreyê ne tenê pêşxistina behreyên zarokan e lê belê da ku çanda xwe bi rêya waneyên folklorî û tevlikirina wan di şanoyên girêdayî Kurdan de bêtir nas bikin. Sirûr destnîşan kir ku hejmara zarokan bi awayekî mezin duqat bûye û ev hejmar jî ji texmînên wan pirtir bû û wiha domand: “Gelek zarok ji derveyî taxê tên ji ber wê em hewl didin erebeyan ji wan re peyda bikin.”

 HELEB