Li navçeya Qoser a Mêrdînê, girtina Dibistana Seretayî ya Ferhat Kurtay a ku bi Kurdî perwerdehî dide hate protesto kirin. Girseya ku di nav de xwendevan û malbat jî hene li ber Nûnertiya Qoserê ya Egîtîm-Senê civiyan û heya ber dibistanê meşiyan. Mamoste û xwendevan xwestin ku li ber dibistana mohrkirî, dersa bi Kurdî bikin lê polîs bi tehdîdan asteng kir. Ji hevdîtînên hatin kirin jî tu encam derneket. Li ser vê Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim daxuyaniyek kurt da û got „Gelê Kurd ji bo zarokên xwe hê jî nikare dibistanan veke. Dema vedike jî tê girtin. Lê emê tu car dev ji rûmeta xwe bernedin û têkoşîna xwe bidomînin.“
Li hewşa dibistanê perwerdehî
Şaxa KURDÎ-DER’ê û Nûnertiya Egîtîm Senê yên Nisêbînê têkildarî Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan ku ji aliyê dewletê ve hate mohrkirin, li ber derê dibistanê daxuyaniya çapemeniyê li darxistin. Di daxuyaniyê de parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan, endamê PM’ê yê HDP’ê Nazim Kok, hevserokê DBP’a Nisêbînê Celal Ata, rêveberên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Nisêbînê, hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok, nûnerên KURDÎ-DER, Egîtîm Sen û SES’ê û gelek malbatên xwendekaran amade bûn.
Daxuyanî ji aliyê Nûnerê Egîtîm Senê yê Nisêbînê Kadrî Baysal ve hate xwendin. Baysal behsa şert û mercên vekirina dibistanê kir û got “Piştî vekirinê heman demê me Walîtîya Mêrdîn’ê agahdarkir ku emê bi vî rengî xebata perwerdeya zimanê zikmakî bikin. Lê mixabin piştî dû rojan dibistana me ya azad, bi zora polîsan û biryara walitiyê hate mohrkirin. Wek ku hun dibînin zarokên me di bexçeyê dibistanê de perwerdehiyê xwe dibînin.”
‘Yek zimanî serdest e!’
Baysal bal kişand ser mafê perwerdehiyê û wiha axivî: “Her zarok xwedî maf e ku bi zimanê zikmakî perwerdeyê bibîne. Lê mixabin Tirkiyê ev maf qebûl nekirîye. Ev ji sûcek mirovahiyê ye. Carek din me dît ku li Tirkiyê pir zimanî tune, yek zimanê serdest heye. Ev jî zimanê Tirki ye.” Baysal bang li gel, sazî û dezgehên kurd kir û xwest ku herkes zarokên xwe bişîne dibistana kurdî.
‘Em êrîşê li ser ziman qebûl nakin’
Piştî Baysal, parlementer Alî Atalan jî axivî û anî ziman ku mohrkirina dibistanê rûreşî, dijberî û dijmanatiya dewletê ya li hember çand û zimanê gelê kurd e û got ji avakirina komara Tirkiyê heta roja îro ji bo ziman, çand û hûnera gelê kurd bihelînin êrîş hatine kirin. Atalan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên pişaftinê û got ku ew ê wek HDP’ê ji bo azadkirina zimanê kurdî di nav têkoşînê de bin. Piştî axaftinan li hewşa dibistanê ji bo zarokan ders hate dayîn
DÎHA/MÊRDÎN