
Şagirtên sala perwerdehiya 2015-2016’an li heşt dibistanên Eyaleta Bremenê ya Elmanyayê dersên Kurdî, bi wergirtina bawernameyên xwe, ketine betlaneya havînê.
Li Eyaleta Bremenê ji sala perwerdehiya 1992-93’an ve bênavber dersên Kurdî wekî “Dersa Zimanê Dayikê” fermî tên dayin.
Di vê sala perwerdehiyê de ya 22’yê Hezîranê bi dawî bû, ji aliyê endamên Rêveberiya Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Ewrûpayê Mamoste Emîn Akbaş û Mamoste Ronî Stêrk ve li 9 dibistanan dersên Kurdî bi awayekî serketî hatin dayin.
Vê salê li 9 dibistanan, di 13 grûban de, bi tevahî 194 şagirt bi kêfxweşiyeke mezin, serast û bi rêjeyeke qasî ji sedî 94, beşdar bûn.
Li Eyaleta Bremenê hemû şagirtên beşdarî dersên Kurdî dibin, li gorî rewşa rêbaza dibistana wan a nirxandina dersan, an notên hejmarî an jî kurteraporeke derbarê pêşveçûna şagirtan ya di dersa Kurdî de werdigirin.
Ji 92 şagirtan 27 kesan xwendina xwe ya Kurdî qedandin
Li ser pirsa me, mamosteyê dersên Kurdî Emîn Akbaş got: “Ez ji sala perwerdehiya 1992-93’an, ango ji demeke qasî bîst û sê salan ve, bê navber li dibistanên Bremenê dersên Kurdî didim. Di vê sala perwerdehiyê de ya îro (22’yê Hezîranê) bi dawî bû, min li şeş dibistanên seratayî ders da. Di tevahiya salê de 102 şagirtên polên 1’ heta 4’an, ji aliyê dêbavên wan ve hatibûn nivîsandin. Lêbelê ji ber sedemên cûda 94 şagirtan karibû beşdar bibin. Ez dikarim bibêjim, ku rêjeya beşdariya serast qasî ji sedî 92 ye. Gava em vê rêjeyê bi beşdariya eyaletên din re miqayese bikin, rêjeyeke ne hindik e. Ji 92 şagirtan 27 kesan xwendina xwe ya Kurdî qedand û bawernameyên xwe wergirtin. Li gorî agahdariyên hejmara zarokên heta roja îro ji bo beşdariya dersên Kurdî hatine nivîsandin, ez ê di sala perwerdehiya 2016-17’an de li van pênc dibistanan dersan bidim; Schule am Wasser (Grohn), Schule an der Grambker Heerstrasse (Grambke), Schule an der Robinsbalje (Huchting), Schule Kirchhuchting (Huchting) û Schule an der Delfterstrasse (Huchting).”
’Hewldanên me dewam dikin’
Mamoste Ronî Stêrk jî got, ku wî di vê sala perwerdehiyê ya bidawî bûyî de, li sê dibistanan û 11 gruban, ders daye 82 şagirtan û wiha axifî: “Li gorî hejmara zarokên heta roja îro ji bo beşdariya dersên Kurdî hatine nivîsandin, ez ê di sala perwerdehiya 2016-17’an de li van dibistanan dersan bidim: Tami-Oelfken-Schule (Lüssum) Grundschule an der Andernacherstr. (Osterholz/Tenever) û Grundschule am Pfälzer Weg (Osterholz/Tenever). Her wiha li gel Senatoriya Perwerde û Zanistê, ji bo dana dersên Kurdî li dibistana Schule am Osterhopp (Hemelingen) jî hewldanên me berdewam dikin.”
Bi alîkariya malbat û saziyan
Mamosteyan herî dawî anî ziman ku wan bi alîkariya malbatan, bi piştgiriya Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Ewrûpa-(YMK) û Sendîkaya Perwerde û Zanistê (Gewerkschaft Erziehung û Wissenshaft-GEW) û her wiha bi xebateke baş bi Senatoriya Zarok û Perwerdehiyê (Senatorium für Kinder und Bildung), dibistan û mamosteyan re, saleke perwerdehiyê ya serketî li pey xwe hiştiye.
23 salan bê navber û bê pirsgirêk
Her wiha mamosteyan diyar kirin ku ew ji xwe re dixine armanc, ku rêjeya beşdariya serast bigihînine ji sedî sed û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Bê pesindan, eger ne bi hevkarî û alîkariya van sazî û kesên navborî ya baş bûya, ne mimkûn bû, ku em 23 salan bê navber û bê pirsgirêk perwerdehiya dersên Kurdî berdewam bikin. Ji bê vê yekê, em ji bo hemû kes û saziyên ji bo vê serkeftinê hêz, alîkarî û piştgirî dane me sipasiyên xwe pêşkêş dikin. Em hêvîdar in, ku malbatên me wê di vê sala perwerdehiyê ya 2016-17’an de hîn zêdetir li mafê xwe xwedî derkevin. Bi vê hêviyê, em ji hemû şagirt û malbatên xwe re betlaneyeke xweş ya bê derd û bela daxwaz dikin. “
AZÎZ ÇÎFTÇÎ / BREMEN