Li bajarê Serêkaniyê yê Kantona Cizîrê, Navenda Arî a Tenduristiyê a ser bi Weqfa Jina Azad a Rojava, perwerdeyeke 15 rojî ya tenduristiyê ji bo jinan organîze kir. Armanca perwerdê ew e ku her jinek di warê tenduristiyê de bibe xwedî agahî û karibe di rewşên awerte de mûdexelyan bike. Li ser vî esasî ji gelek sazî û bi taybetî jî, jinên ku li saziyên asayîşê tevlî vê perwerdeya tenduristiyê bûn.


‘Her jin divê perwerde bibe’

Rêvebira Navenda Arî a Tenduristiyê Bêrîvan Dawûd derbarê perwerdeyê de axivî û got: “Armanca perwedehiya tenduristiyê ji bo rewşên awarte dê bibe bingehê alîkariyê. Perwerde kom bi kom hate dayîn, her komek bi qasî derfetê heyî 5 rojan hat perwerdekirin. Ev perwerde ji bo hemû jinên beşdar bû bingehek. Ji ber vê yekê pêwîst e her jin pêdivî bi perwedeyên wiha bibîne û tevlî bibe.”


DÎDEM ELÎ/JINHA/SERÊKANIYÊ