Kurdan, bi ronahiya felsefaya “Netewa Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî hêza sêyemîn xwe bi cîhanê da qebûlkirin û niha jî bi avakirina pergala “Xweseriya Demokratîk” ku rengê vê felsefeyê yê li qada siyasetê ye, ji bo gelên herêmê dibin mînak.

Yek ji xebatên ku bi pêşketina şoreşê re geş û gur bûye jî xebatên di warê ziman de ye ku bi pêşengiya Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê tên kirin, e. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li herêma Cizîrê ya rojavayê Kurdistanê 23’yê cotmehê yekemîn Akademiya Ziman, Wêje û Dîroka Kurdî li bajarê Qamişlo vekiribû.
Akademiya ku ev demeke dirêj e amadekariyên wê dihatin kirin bi navê ‘Akademiya Ziman, Wêje û Dîroka Kurdî ya Celadet Bedîrxan’ bi merasîmekê hatibû vekirin. Di merasîmê de endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Saziya Malbatên Şehîdan, Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Tevgera Çand û Hunerê, Navenda Perwerde û Zanistê ya Jinê, endamên meclîsên gel ên taxên Qamişlo û bi sedan welatî cih girtibûn.  Li Akademiya Ziman, Wêje û Dîroka Kurdî ya Celadet Bedirxan (AZDWK) ku di 23’yê cotmehê de hatibû vekirin, dewreya perwerdeyê hat destpêkirin. Di dewreya ku bi navê Şehîd Viyan Amara hate destpêkirin de 36 şagirt hene. Şagirtên ku ji bajarên herêma Cizîrê tevlî perwerdeyê dibin, wê li ser mijarên “ziman, wêjiya Kurdî, dersên teorik” dersan bibînin. Mamosteyên ji vir mezun dibin, wê li dibistanan kar bikin.

QAMIŞLO