Zarokên Êzidî, li navenda Şengalê bi daxuyaniyek çapemeniyê bang li saziyên mafê Mirovan û Hikumeta Iraqê kirin da ku dibistanên wan bi awayek fermî nas bikin.
Li Şengalê bi sedan zarok niha di dibistanan de bi zimanê dayîkê fêr dibin û dixwînin. Ji bo ku dibistanên zarokan fermî were naskirin, li navenda Şengalê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Semra Mehsin daxuyanî xwend û bang li saziyên Mafê Mirovan û Hikumeta Iraqê kir da ku bi awayekî fermî dibistanên wan nas bikin.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin; “Em bang li saziyên Mafê Mirovan û Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê dikin da ku me ji mafê me bê par nehêlin. Bila em ji zimanê xwe yê dayîkê bê par nemînin.”
Têkildarî heman mijarê mamostayê bi navê M. Heyîder Şengalî jî da zanîn ku piştî fermanê, ji bo ku valehiya perwerdeyê dagrin, dest bi perwerdekirina zarokên Şengalê kirine. Heyîder balkêşa ser fermiyeta dibistanan û diyarkir ku mixabin hîn jî dibistanên wan bi awayekî fermî nehatine naskirin. Heyder ji bo vê jî bang li Hikumeta Iraqê û saziyên Mafê Mirovan kir da ku xwedî li wan derkevin.
ROJNEWS/ŞENGAL