Di vekirina pêşangehê de hunermend Bariş Seyîtvan axivî û diyar kir ku cara pêşîn e li Amedê xebateke bi vî rengî tê lidarxistin û hêvîdar in ku berdewama van pêşengehan hebe. Hunermend Seyîtvan der barê armanca xebatên xwe de wiha got: “Me xwest ku çiqas hunermendên me hene bi berhemên xwe bên cem hev û bên nasîn.” Seyîtvan bal kişand ser afirandin rihê hunerê û got ew divê berhemên dewlemend derkevin holê.
DÎHA/AMED