Rêveberiya Koma Wênekêşên Germiyan Kosar Omer derbarê mijarê de ji RojNews re axivî û got: “Koma me ya wênegiran di dewama kar û çalakiyên xwe de îsal dixwaze xebateke cêwaz bimeşîne. Em ê vê carê derbarê Enfalê de pêşangehekê nîşan bidin. Pêşangeh wê di 28. Salvegera Enfalê de roja 14’ê Nîsanê were nîşandan.” Kosar Omer diyar kir ku pêşangeh li ser jiyan, çarenûs û serpêhatiya wan kesan e ku hatine Enfalkirin û wiha axivî: “Navê pêşangehê ‘Êşa Enfalê di wêneyan de’ ye ku ji aliyê koma me ve hatiye amadekirin. Ji bo ku em bikarin tawana mezin a Enfalê ku tê de 182 hezar mirov hatin Enfalkirin, nîşanî hemû cîhanê bidin.”
GERMIYAN