Bi amadebûna bi dehan şêniyên Girkê Legê û gundewarên wê, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PDKS) ya bajarê Girkê Legê ev pêşangeha çandî û folklorî organîze kir.

Di pêşangehê de alavên folklorî yên ku welatiyê bi navê Umer Muhacir ê ji gundê Abira kom kiribûn, hatin pêşandan.

Muhacir diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve ji tiştên kevnar û folklorî hez dike û parastina wê dike da ku neyê wendakirin. 


 ANHA / GIRKÊ LEGÊ