ERGÎN ÇAGLAR / MA / MÊRSÎN
Nivîskar-helbestvan Adîl Okay, bi navê “Duvarlari Delen Çizerler (Xêzkerên dîwaran qul dikin)” der barê karîkaturîst û resamên girtî de projeyek amade kir.
Ji avakarên “Ekîba Gorulmuştur (Ekîba Hatiye Dîtin)” nivîskar-helbestvan Adîl Okay, bi navê “Duvarlari Aşan Çîzgîler (Xêzên ji dîwaran bihurî)” projeyek amade kir. Okay, ji bo vê projeyê xwe gihandiye karîkaturîst û resamên girtî. Okay, diyar kir ku bi vê projeyê wan xwestiye afirîneriya girtiyan xuyatir bikin.
Okay, diyar kir ku ji bo ku ew xwe bigihînin girtiyan wan pir hewl daye û got, “Piştî hewldanên dûr û dirêj, 20 girtiyan karîkaturên xwe ji me re şandin.”
Okay, destnîşan kir ku girtî di şert û mercên zehmet de dixebitin, lê dîsa jî tiştên baş diafirînin: “Girtî, li hucreyên xwe bi malzemeyên kêm dixebitin. Mînak, rojnamevan-ressam Zehra Dogan li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê, her çi qas pênûsên biboyax, firçe û tuwal qedexe bûn jî, bi xwîna reglê, bi bermayiyên fêkî û û zebzeyan boyax çêkiriye. Girtiyê bi navê Cebraîl Çakto, diyar kir ku ji bo projeyê name jê re hatiye, lê belê bêyî ku amûrên xwe yên resman hilgire demidlest hatiye sirgûnkirin û li Girtîgeha Kalkandereyê malzemeyên resman nayên firotin.”
Pêşangeh vedibe
Okay, got: “Tevî hemû astengiyan dîsa jî di dest me de 70 karîkatur hene û em ê bi van karîkaturan pêşangehê vekin. Lê belê di girtîgehan de bi sedan girtiyên bi vî rengî hene ku me nikaribû xwe bigihînine wan.”
Okay, diyar kir ku ew ê karîkaturên heyî ewilî di navbera 2-6’ê Nîsanê de li Atolyeya Huner a Îçelê ya navçeya navendî ya Mêrsînê Akdenizê bidin nîşandan û got, armanca wan ew e ku afirîneriya girtiyan xuyatir bikin.