
Wênesaza Kurd Fatma Ehmed ku di 40 saliya xwe de dest bi çêkirina wêneyan kir, li bajarê Qamişlo pêşangeha xwe ya yekemîn vekir. Fatma Ehmed Yusif diyar dike ku wê hêza xwe ji şoreşa Rojava girtiye û dixwaze beyî ku dereng bimînin, hemû jin hêza xwe ya veşartî derxînin holê.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo di çarçoveya 2. Pêşegeha Şêwekarên Rojava de berhemên hunermendên Kurd tê nîşandan. Li pêşangehê her du rojan hunermendên cuda wêneyên xwe bi cîh bikin. Pêşangeha ku di 27`ê Adarê de hatibû vekirin wê heta 3`ê Nîsanê dewam bike. Bi vê munasebetê wênesazên ku heta niha berhemên xwe nîşanî kesekî nekirine jî derfet ditîn ku pêşangeh vekin.
Yek ji wan wênesazên ku cara yekem pêşangeh vekiriye jî Fatma Ehmed Yusif a ji bajarê Tirbêspiyê ye. Lê wêneyên xwe bi navê Seyran Ehmed çêdike. Di pêşangehê de 85 wêneyên wê cîh girtin. Hunermend Fatma Eymed Yusif, ji hunermendên din cudatir e; destpêka hunera wê kurt, lê mezin e. Hemû cewhera xwe bi salan di hundirê xwe de hiştiye û qet wêne çênekirine. Lê şoreşa Rojava hêz û hunera wê ya veşartî jî derxistiye û ji bo hunera wê jî bûye çavkaniyek.
`Ez ji qefesê derketim`
Fatma Ehmed Yusif, ji zaroktiya xwe ve xwestiye wêne çêbike lê, di temenê piçûk de zewiciye, bûye xwedî zarok û ew daxwaz tim dilê wê de maye. Tevî ku ew vê hunerê bi gotina wê ‘’Weke xwîna di laş de diherike, parçeyek ji bedena xwe dibîne’’ ji bo pê re mijûl bibe derfet nedîtiye. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re biryar daye ku hunera xwe derxîne holê û nêzî 40 saliya xwe dest bi çêkirina wênayan kiriye.
Ev 3 sal in bê navber wêneyan çêdike. Dixwaze ew dema ku wenda kiriye niha dagire. Di heman demê de dazxwaza wê ew e ku jin sînoran nas nekin û weha dibêje: ‘’Ji roja ku min dest bi çêkirina nûçeyan kir mîna ku ez qefesekê derketime. Dixwazim bê navber biafirînim. Jin divê weke min nekin, hîn bi cesaret bin. Divê em hunerên xwe veşartî nehêlin bixin bin hizmeta şoreşê û gel. Divê vîna jinê qewîm be û li hemberî hemû astengiyan têbikoşe. Di avakirina şoreşê de rol bilîze. Ev jiyana me û welatê me ye û jin vê jiyanê diafirîne.’’
Folklora Kurdî dide nasîn
Fatma Ehmed Yusif, bi şêwazên boyaxa dohn, boyaxa avî û rijî (kalema reş) resmên xwe çêdike. Di vê pêşangehê de li ser mijarên weke keda jinê ya di jiyanê de, xwezaya Kurdistanê, erd û karê çandiniyê, avakirina xanî, pez û rola wî ya di civaka Kurd bi dehan wêne çêkirine. Xwestiye bi van wêneyan jiyana li Kurdistanê û folklora wê bide nasîn. Lê di her wêneyê de jin heye. Hunermend Fatma diyar dike ku bi van wêneyan folklora Kurdî û jiyana Kurdewarî jî bide nasîn û dibêje, ‘’Jiyan û folklora me gelekî dewlemed e, em li erdên qadîm dijîn û divê em qiymeta vê bizanin. Belkî em ne di ferqê de lê nirxên jiyana me gelek in. Her mijarekî em dikarin bi dehan wêneyan jê derxînin. Dixwazim hemû gelê me û bi taybet jî ciwan vê dewlemendiyê bibinîn.’’
Wêneyên wê dibin pirtûk
Piştî ku dest bi çêkirina wêneyan kir, dest bi mamostetiyê jî kir. Niha li Akademiya Şehîd Yekta a li Tirbêspiyê dersên wêneyê dide. Her weha berhemên wê yên di vê pêşangehê de nehatine nîşandan jî hene. Dixwaze wêneyên ku derbarê şer û koçberiya Kurdan de çêkirine di dema pêş de bi pêşangeheke din nîşan bide. Ji bo van berhemên xwe bike pirtûk jî amadekariyê dike. Pirtûka ku were çapkirin wê bi taybet jî ji bo zarokan be û bi nivîsên ku folklor û jiyana Kurdî dide nasîn wê werin amadekirin. Pirtûk wê bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî were çapkirin.
DENGÎR GUNEŞ / QAMIŞLO