Rêveberiya Rewşernbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê pêşangeheke belgeyî, taybet ji bo jinên li Germiyan hatîn enfalkirin, vekir.

Li Hola Tewer a Silêmaniyê bi dirûşmeya, 'Ji bo ku kesên li Germiyan hatîn enfalkirî her tim di bîrê de zindî bimînin' Rêveberiya Rewşernbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê pêşangeheke belgeyî taybet ji bo jinên li Germiyan hatîn enfalkirin, vekir.

Çalakvan Simko Sabîr ku li ser enfalê kar dike, têkildarî pêşangehê got; "Ji bo 29 salên enfalê di pêşangehê de 29 tablo hatine nîşankirin. Her 29 tablo weke belgenameyeke 29 jinên hatine enfalkirin e. Di pêşangehê de CD û kurte serpêhatiya wan jinan jî hene. Hemû agahiyên derbarê jiyana wan de ji malbatên wan hatine wergirtin."

Sabîr domand: "Armanca vekirina vê pêşangehê ew e ku hertim enfal di hizran de zindî bimîne û meha Nîsanê bên bibîranîn. Ji ber careke din bûyerên wiha bi serê Kurdan de neyên, divê em her tim wan bi bîr bînin." 


 SILÊMANÎ