Li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Navenda Margrêt ve pêşangeheke resman a şervanên YPG, YPJ,  HPG, YJA Star û pêşmergeyan, hat vekirin. Pêr seat 16:00´an ji aliyê Navenda Margrêt ve pêşangeheke resmên taybet ên şêwekar Herêm Cemal Tahir hat vekirin. Resmên ku di pêşangehê de hatin nîşandan piraniya wan yên wan şervanên Kurd ên ku li rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedayîn bû.


 Gerîla, Şervan û Pêşmerge li yek bereyê

Waliyê bajarê Silêmiyê Dr. Aso Ferîdon jî beşdarî vekirina pêşengehê bû. Dr. Aso Ferîdon ji ajansa RojNewsê re axivî  û da diyarkirin ku, di roja îro de huner jî ketiye xizmeta netewa Kurd û wiha peyivî: “Çawa Newroza netewî ya parastinê ye û di roja îro de jî bûye huner. Dema ku mirov temaşe dike di pêşengehê de gerîla, pêşmerge û şervan bi hev re ne, di roja îro de pêşmerg gerîla û şervan di yek eniyê de li hemberî dijmin şer dikin. Eger ev yek xewn jî bûya dibû ku, mirov bawer nekiriya. Lê niha rewşek derketiye holê, wer kir ku hemû gelê Kurd di yek bereyê de be. Li ser axa Kurdistanê, ji bo şeref û namûsa Kurdistanê têkoşin. Em bi qasî pêşmergeyan şanazî bi gerîla û şervanan dikin.”

Dr. Aso Ferîdon bal kişand li ser yekîtiyê û got,  pêşmerge, gerîla û şervan di yek eniyê de li hemberî dijmin şer dikin û wiha domand: “Ev yek mezintirîn nîşane ye ku Kurd yek dest û yek reng e. Divê gelê Kurd di hemû aliyan de piştgiriya hev bike, divê di warê aborî, civakî, siyasî û hwd. de jî piştgiriya hev bike. Kurd îro di yek eniyê de li gel hev di gel cîhana aştîxwaz, demokratîkxwaz dimeşin.”

 

‘Berxwedana jina Kurd li cîhanê deng veda’

Berpirsa Giştî ya Navenda Margrêtê, Mijde Ebas jî der barê pêşengehê de dîtinên xwe anîn ziman û da xuyakirin ku, wan bi armanca piştgiriya pêşmerge û şervanên Kurd ev pêşangeh vekirine û wiha peyivî: “Ji ber ku xebata dikin ji bo parastina tevahiya gelê Kurd e. Wêneyên di pêşangehê de piraniya wan yên wan jinên Kurd ên di şerê li hemberî DAIŞ’ê de şehîd bûyî ne. Wan jinan nîşan da ka jinên Kurd çiqas berxwedêr in û jîr in. Ji ber vê jî me pêşengeha xwe bi navê jineke bi navê Margrêt a di şoreşa Îlonê de şehîd bûyî, vekir.”

 

‘Min xwest bi hunerê destekê bidin’

Şêwekar Herêm Cemal Tahir yê ku di pêşangehê de wêneyên wî hatin pêşandan jî der barê xebat û astengiyên xwe de agahî dan û got, nêzî salekê ew li ser amadekirina vê pêşangehê dixebite û wiha peyivî: “Ji destpêka şer ve bandorek li ser min bû. Min jî weke pêşmergeyekî, her çend ku ez naçim eniyên şer jî, min xwest bi hunera xwe piştgiriyê bidim pêşmerge û şervananên Kurd.  Hemû resm  êşên gelê Kurd vedibêjin. Ji bo bibe arşîveke dîrokî min pêwîstî dît ku vî karî bikim. Kesên ku min wêneyên wan çêkirine hemû e kes in ku parastinê li xak û welatê me dikin.”

 

‘Jin parastina welatê xwe dikin’

 Tahir da diyarkirin ku, bi giştî nêzî 30 tabloyên hunerî di pêşangehê de pêşan dane û wiha dewam kir; “Min ji ber berxwedan û têkoşeriya jina Kurd zêde girîngî da wêneyên şervanên jin. Ji ber ku li tu welatên cîhanê weke welatê me jin parastina ax û welatê xwe nakin. Ev yek jî bûye sedem ku şerkirina jinên Kurd li hemû cîhanê deng vede. Ji ber vê jî min pêwîstî dît cih bidim wan û cihê serbilindiyê ye mirov ji bo wan tabloyan çêke.” Tahir herê dawî bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide şervanên Kurd.


 ROJNEWS/SILÊMANÎ