Pêşangeha wêneyan a li ser jiyan û têkoşîna Rojavayê Kurdistanê, ku li Parlamenta Ewropa ya li paytexta Belçîka Brukselê hatiye vekirin, gelekî balê dikişîne. Pêşangeha roja Sêşemê vebû, wê hefteyekê vekirî be û mirov karibin ziyaret bikin. Pêşangeha ji wêneyên Thomas Schmîdînger pêk tê, pêvajoay şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê vedibêje.
Vekirina pêşengehê li PE’yê bûbû sedema nerazûbûna rayedarên dewleta Tirk. Berpirsên PE’yê helwesta Tirkiyeyê rexne kiribûn û destnîşan kiribûn ku wan “Kurdên li dij DAIŞ’ê şer dikin nîşan bidin” û tiştek ji vê xwezayî tir nîne.
ANF/BRUKSEL