Di çarçoveya çalakiyên yekemîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de li Amedê pêşangehek hat lidarxistin.

Di pêşangehê de wêneyên Tahir Elçî û nûçeyên dozên derbarê wî de yên di rojnameyan de cih girtî, tên nîşandan.

Pêşangehê pêr êvarê dest pê kir û ji hêla Baroya Amedê ve tê organîzekirin. Cihê wê pêşangehê li Sumerparkê ye û ew ê heta 4´ê Kanûnê roja Yekşemê jî vekirî be.

Hefteya Bîranînê

Di yekemîn salvegera qetilkirina Tahir Elçî de, vê hefteyê li Amed û Stenbolê civînên çapemeniyê, nîşandana belgefîlman, pêşangeh û gelek panel wê werin lidarxistin.

Tahir Elçî sala borî di 28´ê Mijdara 2015´an de dema li navçeya Amedê Sûrê derbarê Mînareya Çarling de ku di şer de gelek zerar lê bû, daxuyanî dida çapemeniyê, bi guleya li serê wî ketî, hatibû qetilkirin. Derbarê qetilkirina Elçî de lêpirsîn nehat temamkirin û doz hê jî nehatiye vekirin. 


NAVENDA NÛÇEYAN