BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS/KELAR

Di nav bazara Kelar a qerebalix de li qorziyekê şêwekarekî ciwan bi huner û xêzkirina tabloyan mijûl e. Kelar ser bi îdareya Germiyanê ve ye û ev şêwekarê em behsa wî dikin jî Mihemed ê ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew sala 1992’yan ji dayik bûye û sala 2010’an jî tê Başûrê Kurdistanê û Kelarê bi cih dibe.

Mihemed neçûye ti peymangeh û kolejan, ji bavê xwe fêrî vê hunerî bûye. Heke kesek bixwaze tabloyeke wan hebe, wêneyekî xwe didin Mihemed. Ev jî di nav saetek, saetek û nîvê de wî wêneyî li ser tabloyê xêz dike. Heke kesek bixwaze yekser Mihemed li wan binihêre û bi vî awayî tabloyeke wan xêz bike jî divê li pêşberî wî bisekinin.

Mihemed wêneyan li ser kaxezê û bi pênûsekê xêz dike. Mihemed bi vî karî debara xwe dike. Şêwekar Mihemed ji bo karibe hunerê xwe bi pêş bixe û kesên dixwazin fêrî vî hunerî bike, dixwaze cihekî wî yê taybet hebe, lê derfetîn wî niha ji bo vê nînin.