Xuya bû ku piştî xiyaneta Cotmehê û têkçûna vê carê li Başûrê Kurdistanê, careke din aliyên berpirsyar ku PDK, YNK û aliyên derdora wan in, xwe xilas kirin. Bûyerên wisa di dîroka Kurdistanê de gelek caran dûbare bûne û ders ji wan nehatiye girtin. Ji bo ku careke din ev bûyer dûbare nebin, divê gel bibe xwediyê înîsiyatîfa xweser. Her wisa divê aliyên ji derveyî rêveberiya Başûr û saziyên demokratîk desttêwerdanê bikin û erka xwe pêk bînin. Divê destûr nedin desthilatdariya Kesk û Zer ku pêşengê xeta têkçûnê û sedema vê rewşê ne, berdewam be. Rewş bersiveke tund a gelê Kurdistanê ferz dike, bersiveke ku bibe sedema afirandina pêvajoyeke nû, bibe sedema jiyaneke nû, her wisa meşeke nû.

Piştî têkçûna Cotmehê bi 3 rojan, ti rayedarekî payebilind ê PDK û YNK´ê li ser bûyerê neaxivî û xwe nîşanî gel neda; gelek tirsa wan hebû ku gel li hemberî wan rabe. Her kes dizane, dema ku gel rabe, wê qiyamet rabe. Lê dema ku dîtin gel tenê di medya civakî de diaxive û xuya nake gavekê bavêje, hêdî hêdî vegeriyan ser saziyên ragihandinê û daxuyaniyên xweparastinê dan. Her yekî ji wan xwe diparast û hevdu sûcdar nîşan didan. Partiyên muxalefetê yên mîna Tevgera Gorran û Komela Îslamî jî wekî her kesî tenê diaxivîn û daxwaz dikirin pirsgirêkên heyî werin çareserkirin, me fêm nekir ji kî daxwaz dikirin!

Gelo yên ku pirsgirêkan çê dikin, ên ku sedema têkçûnê ne, wê çawa pirsgirêkê û rewşê çareser bikin?

Tevgera Gorran û aliyên din ku xwe wekî mixalefeta desthilatê dibînin, zêdetir ji gel pasîf man, jixwe, sedema pasîfbûna gel jî ew in. Ev modela mixalefetê ku yekdestdariya qada nerazîbûna gel dike, rê li ber înîsiyatîfeke nû ya gel jî digire.

Ew Li bendê ne ku Emerîka, Îran û Iraq ji wan re bibêje, "Em PDK û YNK´ê ji desthilatê derdixin, kerem kin, hûn bibin desthilatdar!"

Her kesê Elfabeya siyasetê fêm bike, dizane ku tiştekî wisa ne mumkin e. Dema ku ew alî bi xwe bi wêrekî gavekê neavêjin û xwedî îrade nebin, her tim wê bi bendewarî pasîf bimînin.

Dema ku zêdetir ji nîvê Başûr di Cotmehê de hat dagirkirin, Emerîka û dewletên navçeyî li bendê bûn ku di nava Başûr de hêzên bi bandor tevî projeyên xwe rabin û rêveberiyeke demkî ji derveyî PDK û YNK´ê ava bikin, lê van aliyan tenê li ragihandinê ev daxwaz pêşkeş kir û ti gavek ji bo vê neavêtin. PDK û YNK jî ji jêr ve bi van dewletan re bazar dikir û wan dixwest bi her çi awayî be, careke din xwe xilas bikin, ji bo vê jî hemû şertên Iraqê bi cîh dianîn. Di dawiyê de ji ber ku ti aliyê din tine bû û gel jî nerazîbûn nîşan neda, careke din Emerîka û dewletên herêmê, bi PDK û YNK´ê re tevgeriyan.

Pêvajoya têkçûn û xiyanetê, bi dûrxistina Mesûd Barzanî ji serokatiya Herêmê derbasî qonaxeke din kirin.

PDK û YNK li Kurdistanê ji her kes û aliyekî zêdetir di xizmeta dagirkeriyê de ne, ji ber vê, hêzên dagirker jî bi wan re danûstanê dikin. Li ser bingeha vê têkçûnê, hêzên ku amade ne hemû daxwazên wan pêk bînin û di xizmeta siyasetên wan de bin, xeta Barzanî û Talabanî ye.

Piştî têkçûneke ewqasî mezin, di siyaset û rêveberiya Başûrê welêt de Tiştek neguherî, ne sîstem hat guhertin, ne jî rêveberî ji bin sîwana malbata Barzanî û Talabanî hat derxistin. Vê carê jî herdu malbatan desthilata xwe parast. Careke din bi serkêşiya Mesûd Barzanî û Hêro Îbrahîm Ehmed, Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî wê xeta siyaseta klasîk di rêveberiya Başûr de bidomînin.

Hikûmeta Başûr ev nêzî mehekê ye ku hewl dide bi Iraqê re hevdîtinekê pêk bîne, lê Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê qebûl nake û roj bi roj şertên zêdetir derdixe pêş. Her wisa, Tirkiye û Îran jî daxwazên PDK û YNK´ê ji bo hevdîtinan red kirin. Roj bi roj jî desthilata Başûr li hemberî şertên wan nermtir dibe û teslîmî xwestekên wan dibe.

Niha Kurdistan li ber metirsyeke din e. Êdî bandora siyaseta Başûr li ser herêmê gelekî daketiye, dewletên herêmê hewl didin vê lawaziyê ji bo berjewendî û armancên xwe bi kar bînin. Dewletên herêmê û Emerîka jî lawazbûna Başûr û rewşa PDK û YNK´ê ji bo xwe bi kar tînin. Ew desthilata Başûr pirr baş nas dikin, dizanin ji bo parastina malbat û desthilatdariya xwe, amade ne li ser Kurdistanê her bazarê bikin. Niha her yek ji aliyên Başûr, bi taybetî PDK û YNK pêşbaziyê dikin ji bo ku xwe nêzî Iraq û dewletên herêmê bikin. Her yek ji wan, ji bo parastina berjewendiyên xwe di liv û tevgerê de ye, gel jî tenê û bê rêxistin maye.

Êdî Tirkiye daxwazên xwe zêdetir li ser PDK´ê ferz dike, ji bo ku careke din jî bi Tirkiyeyê re tevbigere, PDK wê daxwazên wan pêk bîne.

Dibe ku PDK qonaxeke nû ya dijminatiya PKK, Rojava û rêveberiya Şengalê dest pê bike.

Divê her kes û aliyên welatparêz, azadîxwaz û demokratîk rê li ber vê yekê bigire.

Şengal, Rojava û herêmên ku ne di bin bandora xeta siyaseta klasîk a Başûr de ne, hêviya gelê Kurdistanê ne ji bo rabûneke nû. Parastina wan, parastina doza Kurdistanê ye li Rojhilata Navîn.

PDK û YNK di dîrokê de her tim nanê van kiryaran xwariye. Divê înîsiyatîfa gel ava bibe û rê li ber lîstikên nû bigire. Yên ku bi Kurdistanê dilîzin û bi destketiyên Kurdan bazarê dikin, nabe ku gel bihêle derbasî qonaxeke nû ya van kiryaran bibin.

Di demekê de ku gel bê partî, bê sazî û bê rêxistin e, rewş înîsiyatîfa gel ferz dike.