9'emîn Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran ku ji aliyê Egîtîm-Sen’a Amedê ve tê lidarxistin tespê kir. Abdullah Duran ê biçûk 2006’an li Amedê di meha adarê de ji aliyên polîsan ve hatibû kuştin. 

Egîtîm-Sena Amedê ji bo bîranîna Duran her sal pêşbaziya çîrokan li dar dixi. Îsal jî pêşbaziyê dest pê kir. Zimanê pêşbaziyê bi Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî ye. 


Jûriyên pêşbirkê

Di beşa Kurmancî de endamên jûriyê Îsmaîl Dîndar, Fexriye Adsay, Krîstîn Ozbey, Servet Ornek û Ferzan Şêr in. Her wiha di beşa Kirmanckî de jî endamên jûriyê Cafer Yamiş, Bedriye Topaç, Suleyman Yilmaz û Mehmûd Nêşte ne. Di beşa Tirkî de jî Vedat Çetin, Murat Ozyaşar, Ayşegul Tozeren, Sibel Oz û Doguş Sarpkaya endamên juriyê ne. 


Şertên ji bo tevlêbûnê

Şertên ji bo tevlibûna pêşbirkê bi vî rengî ne; Zimanê pêşbirkê Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî) û Tirkî ye. Çîrok dê ji hêla bikaranîna zimên, wêjeyî, tevin û nirxên mirovane bêne nirxandin. Ji hêla mijarê ve beşdar serbest in. Dibe ku ji bo zarokan an jî ji bo mezinan hatibin nivîsandin. Divê çîrok bi hêsanî bêne xwendin û heke pêkan be bi riya internetê, yan jî bi flaş dîskê berî  31’ê kanûna 2015’an bigihine ber destê Komîteya Amadekar.


Çîrokên bên çapkirin

Çîrokên ji bo pêşbaziyê bigihin ber destê Komîteya Amedekar, li xwediyên xwe nayên vegerandin û mafê Eğitim- Sen Şaxa Amedê heye bi her awayî wan çap bike. Li gorî derfetan, çîrokên xelatwergirtî dê çap bibin û dê bêpere li gel bêne belav kirin.

Di çîrokan de sînorkirina rûpelan tuneye lê çîrok divê li gorî formata çîrokê bin. Beşdar, di her zimanekî/zaravayekî de, tenê bi çîrokekê dikarin beşdar  bibin. Divê berhem li tu deverê nehatibe çapkirin. Ji bo çîrok bêne nirxandin, di her beşê de, divê bi kêmayî deh çîrok hebin. Encama pêşbirkê dê di 18’ê adara 2016’an de aşkere bibe. Merasîma xelatan dê di 28’ê adara 2016’ an de pêk were.


Ji bo tekilîdarî û rêkirina berheman navnîşan:

Egîtîm Sen Diyarbakir Şubesî Kalender Center Kat: 6 No: 9 Yenîşehîr-Diyarbakir. 


 AMED