
Navenda Miqam a Çandê
4’ê Adara 2008’ê ji bo pêşxistin û parastina şêwaza dengbêjî û heyranokên Kurdî li Herêma Kurdistanê saziya binavê Navenda Miqam hat damezrandin. Di pêşengtiya vê saziyê de cara yekemîn sala 2013’ê di navbera 60 dengbêjan de pêşbirka dengbêjiyê hat li darxistin. Wê her sal ev pêşbirk bê li darxistin. Têkildarî pîrozbahiya salvegera damezrandina Navenda Miqam, girîngî û asta dengbêjiyê di mûzîka Kurdî de dengbêj Hemîd Mistefa ku di nav 60 dengbêjan de bû yekemîn hestên xwe anî ziman.
Xwedî giringiyek zêde ye
Mistefa keyfxweşiya xwe ji bo standina pileya yekeminiyê ya pêşbirka dengbêjan, anî ziman û der barê giringiya dengbêjiyê di nav dîroka gelê kurd de wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Dengbêjî di dîroka gelê kurd de xwedî giringiyek bê hempaye. Ji ber ku tu dîrokek kurdan a nivîskî heta niha tunebû û gelê kurd eger heta roja me ya îro kariye çand û zimanê xwe li hemberî êrişan biparêze bi saya dengbêjiyê ye.”
Girîngiyê bidin Kurdî
Mistefa têkildarî rewşa dawî ya dengbêjiya kurdî li Herêma Kurdistanê da zanîn kû li Herêma Kurdistanê her roja diçe dengbêjiya kurdî ber bi tunebûnê ve diçe û gotinên xwe wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê jî em bang li Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê dikin ku giringiyê bide dengbêjiya kurdî û ji bo pêşxistin û zîndî hiştina dengbêjiya kurdî xebat bike. Ji ber ku di vê serdema ku weke serdema teknolojiyê tê zanîn ciwanên me ji stranên kurdî zêdetir stranên Erebî, Tirkî, Farisî û zimanên din guhdar dikin û ji starên Kurdî dûr dikevin bi taybet jî ji şêwaza dengbêjiyê dûrketinek bêhempa heye.”
Divê bê parastin
Berpirsê Navenda Miqam Nayif Şêxanî jî bal kişand ser xebatên Navenda Miqam ya şeş salên borî û û da zanîn ku, hem ji bo bîranîna xebatên şeş salên borî yên dengbêjiya Kurdî û hem jî ji bo dayîna xelatê yekeminiyê şahiyek bi tevlîbûna dengbêjên Kurdan û koma mûzîkê li darxistine. Şêxanî daxwaz ji gelê Kurd kir ku xwedî li dengbêjiya Kurdî derkevin û girîngiyê bidin çanda xwe.
DÎHA/HEWLÊR