Ji bajarên Tambov, Saratov, Volgograd, Belgorod, Krasnadar, Moskova, Stavrapol, Nîjnî-Novgorod, Adigey û Kazakîstanê 24 hunermend beşdarî pêşbirka li Navenda Çandê ya Smena bûn.
Endama Konseya Têkiliyên bi gel re ya Hikûmeta Moskovayê Hûrşîda Hamrakûlova, hunermend Rozerîn Dogan, şanoger Şalîko Bêkes, Hevserokên Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev û Liyana Smoyan di nava jûriya pêşbirkê de cih girtin.
Di encama pêşbirkê de Diyar Gasanov (11) ê ji Kazakîstanê bû yekemîn, Angelîna Kamîsarova (14) a ji Moskova bû duyemîn û Barzanî Mamedov (24) ê ji Stravropol beşdar bû, bû sêyemîn.
Pêşbirka ku tevahiya rojê dewam kir û bi Kurdî, Rûsî û Îngilîzî stran hatin gotin, rastî eleqeyeke mezin hat.
ÊRÎŞ QOSER/MOSKOVA