Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, pêşbirka Çîrok û Helbestê ya Denîz Firat ku hersal tê lidar xistin, îsal jî 4´emîna wê di bin banê Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) de tê lidarxistin. Pêşbirk îsal ji bo bîranîna şehîdê ragihana azad Şehîd Rizgar Denîz li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) wê bi rê ve biçe.

Beşdariya berheman ji bo Pêşbirka îsal di 22’ê Nîsana 2018’an de destpê kir. Kesên bixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, divê heya 25’ê Hezîrana 2018’an berhemên xwe bigihînin destê komîteya amadekar a pêşbirkê. Di 8’ê Tebaxa 2018’an de merasîma xelatdayîna pêşbirkê te lidarxistin.

Endamê komîteya amadekar a pêşbirkê, Medenî Îlhan têkildarî lidarxistina pêşbirkê wiha axivî; “Pêşbirka 4’emîn a çîrok, wêne û helbestan a  Şehîd  Denîz  Firat  tê lidarxistin. Di sala xwe ya  4’an de me pêşbirk diyarî Şehîdê nemir Rizgar Adamiş dikin. Di pêşbirkê de ji derveyî beşên helbest û çîrokan, me beşa wênegirtinê jî zêde kiriye.”

Beşdarî ji girtîgehan

Îlhan balkişand ser beşdarî û elaqeya ji bo pêşbirkê û got : “Xebata ku me dayî meşandin heta niha baş diçe, ji her aliyî ve beşdarî baş tê kirin. Niha di destê me de ji 90 berhemî zêdetir hene. Herî zêde ji jî zindanan beşdarî heye. Ev xebata ku em didin meşandin ya ku me herî zêde kêfxweş dike, ew berhemên in ku ji zindanan tên. Berhemên ku tê komkirin bi  Zimanê  Kurdi li gel zaravayên wî  tên  nivîsin, lê em di aliyê ziman de demê pêş de dewlemendtir bikin.

‘Em bi hunerê xwe jiyanê pirreng bikin’

Medenî Îlhan malavahiya xwe jî bo yên berhem şandî kîr û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Em malavahiya hemû kanalên medya dikin ku alikarî dan me, yên weke Stêrk TV, Ronahi TV, Çira TV, Newroz TV, Rodyo Dengê Welat, Rojeva Mexmûr. Em hêvîdar in ku ji her aliyê Kûrdistanê  beşdarî çêbe. Ji niha ve em malavahiya hemû beşdaran dikin.”

ROJNEWS/MEXMÛR