Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad(YXA) li Maxmûrê ve tê lidarxistin. Serlêdana ji bo pêşbirkê di 10 Nîsanê destpê kir û heta 30’ê Hezîranê jî wê dewam bike.
Komîteya Amadekar der barê çalakiyê de ragihand ku wan biryara Pêşbirka Şehîd Denîz Firat di kongreya YXA ya yekemîn de ku di 2014’an de pek hat, daye.
Komîteya Amadekar ragihand ku wekî Yekîtiya Xwendevanên Azad li Mexmûrê ew cara yekem pêşbirka çîrok û helbestan li dar dixin. YXA´yê got, ji ber ku Denîz Firat li wargeha Mexmûrê gelek xebatên rojnamegeriyê meşandine wan biryar daye li ser navê wê pêşbirkê li dar bixin.
Komîteya Amadekar ragihand ku tevlîbûna pêşbirkê bi zimanê Kurdî zaravayên Kurmancî, Dimilkî, Soranî û zimanên Erebî û Tirkî ye. Komîteyê bi bîr xist ku ji bo serlêdanên pêşbirkê pir wext nemayê û ji bo beşdarbûnê jî wan şert bi bîr xistin:
“Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan û di beşa çîrokan de jî bi çîrokekê beşdar bibin.”
Komîteya Amadekar der barê juriya pêşbirkê de jî ev agahî da: Beşa Kurmacî Azad Zal, Amed Dîcle, Mîran Jambar, Îbrahîm Halîl Baran û Berken Bereh. Beşa Zazakî Roşan Lezgîn, Denîz Gunduz, Sabahatîn Gultekîn, Îrfan Babaoglu. Beşa Soranî jî Ehmed Arîf, Ako Kerîm, Mewlud Îbrahîm, Dildar Şeko, Keyfî Kurdistanî û Selam Mustefa. Beşa Tirkî de Mujgan Halîs, Hamdi Ozyûrt, Sûzan Samanci, Fadîl Ozturk. Beşa Erebî Ferhat Merdê, Medya Huner.
MEXMÛR