Her kes dixebite tu dibêjî qey pêşbirkek li vir heye..
Yek li wir çeka xwe paqij dike, pêre diaxive û jêre dibêje dema te hatiye, îro roj roja te ye.
Şervanekî din fîşekên xwe paqij kirin û ew yek bi yek xistin cercora xwe.
Şervaneke jin piştî ku kefiya xwe şuşt wê davêje ser serê xwe.
Şervanekî din jî ji dûr ve gazî dike “de hevalno! Em dereng nemînin, heval li hêviya me ne”!..
Çek, rext, fîşek û pêdîviyên din her tişt amade ne, ji xwe baweriya bi serkeftinê, moralê ezmanê heftan himbêz dike û heyecana wê kêliyê ew tişta ku ti carî nayê wesifkirin.
Gotinên dawî ji hev re dibêjin, di wê navberê de fermandarê grupê tê, pêre ken dibe mêvanê rûyê hemûyan, dizanin êdî dema oprasyonê hatiye..
Jixwe beriya bi çend seetan roj çûbû ava, heyvê jî roniya xwe berdida ser zemîna wan û ji bo ku roj carek din derkeve hemû li bende ne...
Hûn amade ne!? ji zû ve em amade ne , pirsa fermandar û bersiva şervanan bi vî rengî bû...
- “Baş e, niha destpêkê wê grupek ji me biçe û derbasî taxa yekmîn a Reqayê bibe” bi bihîstina navê Reqa re, dengê dilan bilind dibû…
- “Tevî min wê 7 heval werin û piştre wê hevalên din bigihêjin me, armanc jî wekî min got rizgarkirna taxa destpêka bajêr e, ew jî taxa El Mişlib e...
Dibêjin li wir mayîn pir in û hejmarek ji sivîlan jî hîn li wir asê mane lewre divê pêşveçûna me li gor wê yekê be û ji bo rizgarkina wan sivîlan divê em bi baldarî tev bigerin…
Her kes difikire ew 7 şervan kî ne? xwediyê vê şensê dîrokî kî ne? Û pêre li ser rêbazê rizgarkirna wan sivîlan fikrandin çê dibe...
- “Ez ê werim hevalê Demhat” Rojhat ji refa dûyemîn bang kir, jixwe ez ji mayînan fêhm dikim û pêşniyar dikim li pêşiya we hemûyan biçim da ku rê li pêşiya we paqij bikim û piştre hûn bigihêjin min..
Pêşbirka me qal kir ev bû, kî beriya kê biçe, gava destpêkê di Reqa de bavêje, ev rihê fedayîtiyê yên li cem şervanan di pêşbirkê de bû..
- “Ez jî amade me” Ronahî ji refa pêşiya Rojhat got û piştre hemû deng ketin nav hev de hemûyan digotin “ ez ê werim “
Di dawiyê de tevî fermandarê grupê 7 şervan ketin rê û ber bi rizgarkirna paytexta terorê ve çûn û bi demê re dengê çekan bilind dibû …
Ya balkêş di şervanan de ku dema berê xwe dan Reqa negotin kî li pêşiya me, gotin em ê rizgar bikin..
Têbînî : Heta dema amadekirina vê nivîsê hîn şer di nava taxa El Mişlib de dewam dike ..