Navenda Çandê ya Arzela ku armanca wê belavkirina çand û hunera Kurdî ye bi navê ‘Pêşbirka xwendinê’ pêşbirka xwendina pirtûkên Kurdî pêk tîne û dîroka dawî ya serlêdanê heta 1’ê Mijdarê ye. 

Navenda Çanda Arzele di 2005’an de bi armanca belavkirin çanda Kurdî di warê hunerê de hat avakirin. 

Xebatkara navendê Sevgî Baskan diyar kir ku bila malbat zarokên xwe bînin vê navendê û xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û kesên dixwazin kurdewar jî bijîn vexwendî dikin. 

Her wiha Sevgî Baskan got ku li navenda çandê komuna jinan jî heye. Li her odeyên navendê navê hunermendên Kurd yên jiyana xwe ji dest dane hatiye danîn û ji aliyê jinan ve jî Qunçikê Jinan hatiye avakirin û wêne û nivîsê têkildarî jiyana jinên şoreşger de cih digire.

‘Em bi komunên jinan reng didin xebatan´

Xebatkara navendê Sevgî Baskan diyar kir ku gelek malbat ji bo piştevanî û piştgiriyê tevlî faliyetên çand û hunerê dibin û ji bo zarokên xwe ji jiyana yoz biparêzin û xwedî li çanda xwe derkevin tên vir. Navenda Çanda Arzele dersên erbane, gîtar, şano, fîlm û ziman didin. Li gel van fîlm tên nîşandan. Baskan got di navendê de xebatên ji bo jinan jî tê meşandin û got bi komunan reng tevlî faliyetên çandî dikin.

‘Ji bo pêşxistina Kurdî piştgiriyê bidin kampanyayê’

Baskan bi lêv kir ku di rojên pêş de di navendê de pêşbirka xwendina romanên Kurdî wê pêk bê û got ev fikr yekem car li Tirkiye û Kurdistanê pêk tê. BAskan der barê pêşbirkê de wiha peyivî: “Me bi perspektîfa ku pirtûkên Kurdî bê xwendin û bê nivîsandin ev kampanya da destpêkirin û me ji malên pirtûkan gelelek pirtûk anî û pirtûkxane ava kir. Ji ber eleqeya mezin me serlêdan heta 1’ê Mijdarê dirêj kir.”

Sevgiyê got di dawiya kampanyayê de ji bo roja fînalê jî xebat didomin û banga piştgiriya kampanyayê kir.


JINHA / STENBOL