Civîna Konseya Serokatiyê ya ku ji hêla Partiya Sosyalîst a Ewropayê (PES) ya li paytexta welatê Çekê Pragê lidarxistî, bi dawî bû. Di civînê de girtina parlemanter û şaredarên HDP’yî jî bû rojev.
Di civîna PES’ê de pêşnûmaya bi armanca piştgiriya HDP’ê hat qebûlkirin û ji bo HDP’ê bangên destekê hatin ziman.
Di Civînên Lîderan ên PES’ê de û civîna Konseya Jinê ya wê de ku bi tevlîbûna delegasyonên HDP û CHP’ê li Pragê hatin lidarxistin, pirsgirêka Kurd bû yek ji rojevên esasî.
Heyeta ku ji parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy û Feleknas Ûca û nûnerên wê yên Ewrûpayê, Eyyup Dorû û Fayik Yagizay pêk tê, di gelek civînan de têkîldarî bûyerên li Kurdistanê axivîn. Gelek rêveberên partiyan jî di civînên PES’ê de got, girtina hevserokên HDP’ê nayê qebûlkirin.
Pêşnûmaya ji bo Tirkiyeyê hat qebûlkirin
Di civîna PES’ê de pêşnûma-biryara ku HDP’ê destek dikir, lê heyeta CHP’ê li dijî radibû, hat erêkirin. Di pêşnûma-biryarê de banga diyaloga siyasî û maseya muzakereyan li dewleta Tirk tê kirin, girtina wekîlên HDP’ê, rojnamevan û aktîvîstên mafên mirovan hat şermezarkirin.
Di pêşnûmayê de tê gotin ku dixwazin muzakereyên endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) di şertên asayî de dewam bike, ji ber ku AKP ne li gorî rêgezên mafên mirovan û dewleta hiqûqê tevdigere, ji saziyên mîna Komîsyona Ewrûpa, Konseya Ewrûpayê re tê pêşniyazkirin ku ‘bi demkî muzakere bên rawestandin.’
Di pêşnûma-biryarê de daxwaz tê kirin ku hevserok û endamên HDP’ê der hal bên berdan.
Parlamenterê HDP’ê Hîşyar Ozsoy di civînê de axivî, banga piştgiriyê li lîderên partiyên endamê PES’ê kir.
Serokê PES´ê Stanîşev: Em ê li cem HDP´ê bin
Li vir Serokê PES’ê û Serokê Partiya Sosyalîst a Bûlgaristanê (BSP) Sergey Stanîşev jî axivî û got girtina Demîrtaş û Yuksekdag nayê qebûlkirin û wiha dewam kir; “Divê em cîhana xwe radestî yên mîna Pûtîn, Erdogan û Trump nekin. Em beyan dikin ku em ê her tim li gel partiya xwe ya xwişk û bira, HDP’ê bin.”
PRAG