Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû qala yek ji damezirîna PKK’ê Sakîne Cansiz kir a ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibû qetilkirin.
Karasû dibêje, kesayet û karaktera hevrê Sara xwe dispêre cewhera jinên Dêrsimê. Dêrsim di nav sînorên Împaratoriya Osmaniyan de ye lê Osmaniyan tu carî nekarîne vê derê fetih bikin û lê serwer bibin. Ne di warê leşkerî de û ne jî di warê bawerî û çandê de nehatiye fetihkirin. Cewhera Xwedawendiyê li Dêrsimê hatiye parastin. Ji ber vê jî dema mirov jinên Dêrsimê binirxîne divê mirov rastiya dîrokî jî bibîne.
Hevrê Sara piştî ku ji zindanê derket berê xwe da çiyayan, kesî nikaribû heval Sara li bajaran bide sekinandin. Dixwest biçe ba Rêbertî û qadên gerîlayan. Di vî warî de kesayetiya wê ya gerîla ye. Meş, helwest û baweriya wê xweserî fermandarên gerîlayan e. Di nav rêxistinê de tekane kes bû ku her roj spor dikir. Di vî warî de xwe ji gerîlatî û çiyayan re amade dikir.
Ji Şoreşa Rojava re tê gotin ku şoreşa jinan e. Dema ku qala şoreşa jinan tê kirin, têkoşîna azadiyê ya jinan tê bîra mirov. Pêşengê vî tiştî jî Rêber Apo ye. Rêheval Sara jî ev tişt berbiçav kiriye û nîşanî jinan hemûyan daye.”
ANF/BEHDÎNAN