
Kevana Zêrîn a Çand û Huner li bajarê Dirbesiyê pêşengaha cil û bergên folklorî û xwarinên gelerî vekir. Pêşengeh li navenda Çand û Huner a bajarê Dirbesiyê hate pêşkêş kirin. Di destpêke de komîna jin a filmên Rojava filmê bi navê “AN EN” pêşkêş kir. Filim êşa jin û zarok ya di encama kevneşopiyên civakî de dibînin vedibêje. Piştî wê cil û bergên folklorî yên dayika ji hiriyê çêkirine û xwarinên dayikan ên gelerî hatin pêşkêş kirin. Rêveberiya Tevgera Çand û Huner a bajarê Dirbesiyê Aynûr Mihemed der barê pêşangehê de axivî û got ku wan ji bo vejiyandina çanda folklorî ya Kurdî pêşeng birêxistin kirine.
DIRBESIYÊ