Di berxwedana Geverê de ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe yên şer seferber kirin, lê nekarî bi ser bikeve, yek ji berxwedêrên tevlî karwanên nemiran bû Îslam Ronî ye.

Îslam Ronî (Talîp Bartin) li gundê Oremarê yê Geverê, bihara sala 1987’an ji dayik dibe. Malbata wî yek ji wan malbatan e ku sala 1993’an ji ber ku gundê wan hat şewitandin, ji neçarî koçber bûn. Neçar man ji gund koçî navenda Geverê bikin. Yek ji heft zarokên malbatê ye. Jîr, zîrek û bi rehm e. Hemû karên xwe diqedîne û alîkariyê dide her kesên pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye.

Îslam Ronî ku bi xeyala Kurdistana azad dijî, pismamê xwe Îslam Bartin ê di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de têdikoşe, ji xwe re dike mînak. Piştî ku Îslam Bartin sala 2005’an de şehîd dibe, berê Îslam Ronî her tim li çiyayên azad ên Kurdistanê ye. Salek piştî şehadeta pismamê xwe, hê di 19 saliya xwe de tevlî nava refên PKK’ê dibe. 

Birîndar û têkoşer e

Îslam bi zîrekî û wêrekiya xwe di demeke kurt de di nava hevrêyên xwe de balê dikişîne ser xwe û her tim li refên pêş şer dike. Îslam Ronî di her operasyonê de bi pêşengî li ber xwe dide. Herî dawî di çalakiya Oremarê de ji sê cihan birîndar dibe. Tevî vê yekê jî têkoşîna xwe nîvco nahêle. Piştî dermankirina salekê bi baweriyeke xurttir cihê xwe di nava çalakiyan de digire.

Li Geverê berpirsiyariya berxwedanê

Îslam Ronî neh salan li qadên azad dimîne û sala 2015’an piştî ku xwerêveberî tê ragihandin, cihê xwe di nava yekîneyên YPS Geverê de digire. Dibe pêşengê berxwedana Geverê û bi erka berpirsyariya giştî radibe. Ji dil bawer dike, ku wê bajarê Geverê bi serketina azadiyê tacîdar bike. Ji bo pêkanîna vê jî, canê xwe feda dike.

Dibe tirsa dilê hêzên dewleta Tirk

Dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe êrîş dike, lê nikare berxwedana Geverê bişikîne. Vê carê jî êrîşî gelê sivîl dike. Li ser vê yekê, stratejiyeke duyemîn dikeve dewrê û gelê sivîl ji qadên berxwedanê tê derxistin. Şer bi mehan dewam dike û şervan bi soza ku heta şervanek bimîne wê têbikoşin, bi wêrekî şer dikin. Îslam Ronî, tevî ku derfetên derketina ji qada şer hebû jî hevrêyên xwe ti carî bi tenê nehişt û di dema vî şerî de tevî sê hevrêyên xwe di 19’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî gotinan; piştî şehadeta Îslam Ronî ku tirsa dilê hêzên dewletê bû, dewleta Tirk qaşo ‘serketin’ a xwe îlan kir û bi teqandina fîşekên hewayî ev yek pîroz kir.

Kurê min bi lehengî şehîd bû

Dayik Zelîha Bartin destnîşan kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got, “Kurê min Îslam Ronî mirovekî dilpak, jîr û zîrek bû. Dilsozê ax û gelê xwe bû. Di kîjan rêyê de dimeşiya her tim bi fedakarî û lehengî meşiya. Bi lehengî jî şehîd bû. Em bi vê dizanin; hevrêyên wî wê xwîna wî li erdê nehêlin. Ji ber ku kurê min ji bo ax û gelê xwe şer kir. Bila êdî bi vê zanibin, Kurd wê bi têkoşîna van lehengan bi ser bikevin. Kurê min wê di dilê gelê Kurd de her tim bijî.”


COLEMÊRG