Îro li ser rûyê erdê bi qasî 3 hezar 600 zimanî hene ku tên axaftin. Ji van hinek zimanên dewletan in, yên din jî, ji aliyê neteweyên bindest ve tên axaftin. Neteweyên di dîrokê de bûn xwedî dewletên mezin, bi zordariya li ser civakên bindest, zimanê xwe bi pêş xistine. Neteweyên wek Kurdan bindest mane, piraniya nirxên xwe yên neteweyî baş neparastine û ew ji aliyê dewlet û neteweyên dagirker ve hatine dizîn. Yek ji vana jî Îsmaîlê Cizîrî ku mîrê çerxên mekanîkê bû.

Dahênerekî Kurd

Gelek dewlet dixwazin kesên Kurd ên dahêner (mûcîd) zana û feylesof, wek Ereb, Tirk û Faris bidin nasandin. Ji wan yek jî zanayê bi navê Îsmaîlê Cezîrî ye. Ew ji Cezîra Botan e. Di sala 1136’an de li Cezîrê li taxa bi navê ‘Deriyê Çiyê’ hatiyê dinê. Navê wî Îsmaîlê Cezîrê ye. Navê bavê wî Rêzaz e. Di serdama wî de kesekî wek wî zana û zîrek tunebûye. Ji ber vê Ereban jê re gotiye ‘Bedî-ûz Zaman Ebûl-îz Îsmaîl bîn El-Razaz El-Cezîrî El Kurdî’. Cezîrî lawê tacirekî Kurd e. Di xortaniya xwe de li Amedê ji Dewleta Artukî re xizmet kiriye. Artukiyan hikmê xwe di navbera salên 1101-1409’an de li navçeya Heskîfê ya Êlihê, Amed, Mêrdîn û Xarpêtê kiriye. Ew dewlet sala 1409’an ji aliyê Dewleta Karakoyunlî ve ji holê hat rakirin. Di qesra Artukiyan de Cezîrî wek endezyar xebitiye. Ew mirovekî biferaset û gelek jî zîrek bûye. Di wan sedsalan de ku dema elektîrîk tune bû, makîneyên bêelektîrîk, bes bi avê ji aliyê Cezîrî ve li cîhanê cara yekemîn hatine afirandin û hatine xebitandin. Dahênerê van makîneyan Îsmaîlê Cezîrî di zanîngehên cîhanê de tê xwendin.

Dijmin dike yê xwe

Cezîrî dahênên xwe di karên rojane de, di qesra hikumdarên Artukiyan de bi kar anîne. Tenê ne di dema xwe de, ew îro jî wek zanistekî bêemsal tê nasîn. Pêwîst e ku Kurd wî baştir binasin û navê wî bidin zanîngehên makîne û teknîkê. Navê Cezîrî û keseyatiya wî ew qas bilind e ku ew di nav Kurdên nemir de ye. Lê mixabin di serdema me de çend Kurdên ku wî baş dinasin hene? Tirk di nav xwe de wî wek Tirk, Ereb jî wî wek Ereb dixwazin bipejirînin. Lê navê wî li cîhanê di nav kesên herî mezin de wek kesekî Kurd derbas dibe. Di berhema xwe de behsa 60 îcatên nû dike û şiklê wan jî bi xêzên rengîn nîşanî me dike.

Fizîknasê yekemîn

Îsmaîlê Cezîrî ji aliyê zanyarên cîhanê ve bi navê fîzîknasê yekem tê nasîn. Wî cara yekem li cîhanê bingeha robot û kompûterê daniiye û bi pergalên (çerx) xwe mînakên pêşî afirandine. Di mijara “mekanîk” û “dînamîk” de berhema wî li cîhanê di nav gavên yekemîn de tê pejirandin. Ew bi van hilberînên xwe, di nav mucîdên cîhanê de cih digire. Îsmaîlê Cezîrî sala 1183’yan dest bi nivîsandina berhema xwe dike û wan di navbera 25 salan de temam dike. Ew pirtûka mucîdan a wê demê ji bo ku zimanê dewletê yê fermî Erebî ye, berhem jî bi Erebî hatiye nivîsîn. Ji vî alî ve Ereb wî dikin Ereb, ji aliyê din ve ji bo ku wê demê hikumdarên Tirkmenan li wir bêhtir hikum dikirin, Tirkan jî xwestiye Cezîrî wek Tirk bidin nîşan. Dema Kurd li hebûna xwe xwedî dernekevin, wê demê dizên ku çandê didizin dê li nirxên Kurdan xwedî derkevin. 

Pirtûkên wî belav bûne




Heya roja îro 11 destnivîsên wî yên bi tîpên kevin hatine nivîsin di pirtûkxaneyên cihanê de tên parastin. Ji wan 3 destnivîs di pirtûkxaneyên li Tirkiyeyê de ne. 2 ji wan pirtûkan li Qesra Topkapiyê ne, pirtûkek jî di Pirtûkxaneya Ayasofyayê de ye. Heya salên dawî di nav bêdengiyê de bi rengên xwe yên resen hatine parastin. Ew berhema girîng, Tirkan nexwestiye bidin nasandin û bi salan ew veşartî hiştine. Navê berhemê yê resen bi zimanê Erebî, “Kitab-ul Camii Beyn-el ilmi wel-amel En Nafi-i fi Sinaat-il hiye”, navê wergera zimanê îngilîzî “Al Jazari’s Book of Knowledge of Ingenious Mechanical Devices” e. Mixabin ev berhem hêj bo zimanê Kurdî nehatiye wergerandin. Berhem bi tîpên latînî sala 1973’yan li Emerîkayê li bajarê Bostonê bi zimanê Îngilîzî hatiye weşandin, piştre Tirkan jî xwestiye ku wê bikin berhemeke xwe. 

Endezyarê mezin ê Kurd’

Di dîroka cîhanê de çawa Selahaddînê Eyûbî wek lehengekî Kurd tê nasîn, di zanista cîhanê de jî Cezîrî bi navê “Endezyarê mezin ê Kurd tê binavkirin”. Li cîhanê îcat ji bo çi ew qas girîng in? Ji ber ku bi mûcîdan serdem hatine vekirin û serdem hatine guherandin. Her mucîdekî/e nû bi xwe re cîhan ronî kiriye û jiyana mirovahiyê bi xwe re guhertiye. Çavkaniya vejenê (enerjî), bikaranîna avê, qaweta hilmê, bikaranîna hewayê bi xwe re mucîzeyên mezin anîne. Va ye Cezîrî xwediyê van mûcîzeyan e. Cezîrî avakarê yekemîn yê zanista sîbernetîkê ye. Zanista “sîbernetîk” li ser dayîn û standina navbeyna mirov û makîneyan radiweste û ragihandina (komînîkasyon) beramberî hev kontrol dike û bi rê ve dibe.

Yekem pergala otomatîk

Di vê agahiyê de mirov pê dihese ku Cezîrî zanîna mucîzeyên xwe bi tenê di teoriyê de nehiştiye û ew di pratîkê de jî qasî 60 îcadan afirandiye û makîne çêkirine. Di makîneyên çêkîrî de hevsengên cuda cuda bi kar anîne û di hemiyan de jî bi ser ketiye. Di hin mucizeyên xwe de ji qiweta mekanîkê, di hinekan de jî, ji qaweta hîdro-mekanîkê sûd wergirtiye. Di dawiya van karan de, cara yekem pergala otomatîk wî afirandiye. Wî di aliyê din de bi van mucîzeyên xwe dest avêtiye teraza bingeha mantiqa elektoronîkê. Li hemî cîhanê bi wan makîneyên xwe Cezîrî bûye hîmdarê “Zanista Kontrola Otomatîkê”. Zanyar û profesorên cîhanê der heqê wî de dibêjin ku “Di nav zanistên heya îro de kesê ku jê derbas bibe nehatiye cîhanê”. Di qesra Artukiyan a wê demê de, Cezîrî heya rojên xwe yên dawî karên xwe dewam kirine. Di rojên xwe yên dawî de vegeriyaye Cizîra Botan û sala 1206’an rehmet kiriye. Di derheqê gorna wî de hin gotin hebin jî, ew li ciyê camiya bi navê Nûh Pêxember a li Cîzîrê hatiye definkirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN