TEVÇAND ji bo Hêvî Şanoger û Yekta Herekol dibêje: Ew wijdan û exlaqê şoreşê bûn, yê civakê bûn. Ew parazvanên van nirxan û van xakên pîroz bûn… Bi dehan seneryo nivîsandin, lîstik lîstin û zindî kirin. Bi dehan şagirtên şanoger perwerde kirin, her bostek ji axa çiyan bi destên xwe kirin dika şanoya heqîqetê.
Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk (TEV-ÇAND) daxuyaniyeke nivîskî weşand û şanoger û şoreşgerê Kurd, Hêvî Şanoger bi rêzdarî bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Abdulxefûr Doxan (Hêvî Şanoger) di 27 ê tebaxa sala 2004´an de ji bo beşdarbûna festîvala şanoya Kurd ji mexmûrê ber bi Kerkûkê ve bi rê dikeve, di rê de di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dide û tevlî kerwanên şehîdên bê mirin dibe.”
Bi şanoyê êş û kerba civaka xwe kelimand
TEV-ÇAND´ê got, “Hêvî Şanoger di bipêşxistina hunera gerîla de û ji bona bidestxistina nasnameya şanoya Kurdî dibe xwedan rol û misyoneke mezin, di şanoya şoreşgerî de bi roleke sereke û mezin radibe.”
Hêvî Şanoger li navçeya Mêrdînê Qoserê ji dayik bûbû û demekê li Izmîrê xebitîbû. Jixwe wî li wê deverê fikra şoreşa azadiya Kurdistanê û fikra Rêber Apo nas kir. Di kar û xebatên welatparêziyê de li metropolên Tirkiyeyê bi çalakî kar dike. Di xebatên NÇM’ê de yên çand û hunerê de jî kar dike. Ew dest bi xebatên xwe yên şanoyê dike. Di bipêşxistina şanoya Kurdî de bi roleke mezin radibe. Bi gotinên TEV-ÇAND´ê, ew “hemû êş, zehmetî û aloziyên civaka xwe li ser dika şano radigihîne.
Ev ruhê wî her ku diçe bilindtir dibe û digihîje asta biryara tevlîbûna nav refên şoreşê. Tevî koma xwe, şanoya hêvî diîe çiyayên azad yên Kurdistanê.”
Li çiyan gihiştin asta sazîbûnê
TEV-ÇAND dibêbêje, Hêvî Şanoger û Yekta Herekol her du jî bi pêşengiya şanoya şoreşê rabûne û wiha dewam dike: “Ew ji bona me xeta hunera azad in. Di peşengiya Hêvî û Yektayan ev xebatên hunerê her çû mezin bûn û li çiyan gihiştin asta sazîbûnê. Berhemên şoreşê dineqişandin, ew hest, ew berxwedan, ew asîbûn, ew xweşikbûn, bedewiya ruhê gerîla li ser dika jiyana rastiyê dihûnandin. Bi felsefeya Rêber Apo ji bo mirovahiyeke azad li ser dika şanoya dîrokê tevna jiyaneke nuh dihûnandin.”
Nivîsîn, lîstin, perwerde kirin
TEV-ÇAND dibêje, ne Hêvî bê Yekta û ne Yekda bê Hêvî dibû û wiha dewam dike: “Ew wijdan û exlaqê şoreşê bûn, yê civakê bûn… Bi dehan senaryo nivîsandin, lîstik lîstin û zindî kirin. Bi dehan şagirtên şanoger perwerde kirin, her bostek ji axa çiyan bi destên xwe kirin dika şanoya heqîqetê. Di lîstikên xwe yên ‘Gurî’, ‘Qirdik’ û ‘Qeşmer’ û ‘Evîna gul û masî’ hwd de, rastiya têkoşîna civaka Kurd, li hemberî neheqiyan dihat îfade kirin.”
Ji bo cihê Hêvî Şanoger îfade bike, TEV-ÇAND dibêje, “Hevalê Hêvî ji bo bipêşvexistina şanoya Kurdî bi rastî jî hêviyeke mezin bû. Gelperwerî û civakîbûn bingeha şanoya wî bû. Hunermendiya wî ya şoreşger di esasê xwe de, pêşî li hemû xebatên çand û hunerê vedikir.”
TEV-ÇAND´ê peyama xwe wiha bi dawî kir: “Bi ruhê we, em ê dika şanoyê zindî bihêlin û bi vê boneyê jî em bang li wijdanê her kesî dikin ê ku dibejê, ez hunermend im, ez şanogerê gelê xwe me, di pêvajoyekê weha nazik de xwedî li erkên xwe derkeve, bibe zimanê rastî û êşên civakê, bibe zimanê heqîqetê û têkoşîna xwe li hemberî dagirkeriyê xurt bike û dengê azadiyê bilind bike.”
ANF/BEHDÎNAN