Di Pêşangeha Pirtûkan a Herekol de cara yekemîn pirtûkên bi zimanê Suryanî bi xeta destan hatine nivîsandin ku dîroka wan vedigere hezar sal berê, hatin pêşandan.

Sêyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Herekol li Hola Zana ya bajarê Qamişlo bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê û bi slogana “Civaka dixwîne, civaka bi pêş dikeve” doh di roja xwe ya çaran de dewam kir. Pêşangeh ji bo dilsoziya bi şehîd ê nivîskar Hisên Şawîş (Herekol) re hatiye organîzekirin û wê heta 25‘ê Tîrmehê dewam bike.

Di pêşangehê de bi deh hezaran pirtûkên bi mijar û zimanên cûda “Kurdî, Erebî, Îngîlîzî, Suryanî û Tirkî” hatine pêşandan.

Îsal jî pirtûkên bi zimanê Suryan ên bi xeta destan hatin nivîsandin ku dîroka wan vedigere hezar û 300 sal hatin pêşandan. Ji wan Pirtûka “Hewarî Mesîh û ayneyên dêrê ne. Ev pirtûk ji Pirtûkxaneya Komeleya Çanda Suryan a sala 2008‘an hatiye avakirin, hatine peydakirin.

Pirtûk balê dikşîne ser komkujiyan

Ji pirtûkên din ên Komelaya Çandî ya Suryan di pêşangehê de pêşkêş kirine pirtûka “Xwîna rijyayî” ji zimanê Suryanî wergerî Erebî hatiye kirin. Pirtûka “Xwîna rijyayî” balê dikşîne ser komkujiyên Osmaniyan a der heqê Ermen û Suryanan de pêk anî bû. Her wiha hin pirtûkên din hene girêdayî dîroka Somer, Akad, dîrok û wêjeya Suryan, ferhengên Suryanî, felsefe, wêje û zimanê Aramî û gelek mijarên din hatin pêşandan.

Têkildarî beşdarbûna Komeleya Çandî ya Suryan di pêşangehê de, Rêveberê komeleyê Hena Somî anî ziman ku komele ev sê sal in bi pirtûkên xwe beşdarî pêşangehê dibe û got: “Armanca beşdarbûna me atmosfêreke pirrengiya çandî, ziman û şarestaniya hemû pêkhateyan Suryan, Asur, Ermen, Ereb û Kurd nîşan bidin.”

Mirov gelek çandan nas dike

Pêşangeha Pirtûkan a Herekol derfeteke mezin e ku mirov gelek çandan nas bike. Di vir de bi hezaran berhemên nû û mijarên cûda siyasî, aborî, dîrok û wêje hatine pêşandan, pêşangeh bi elaqeyeke mezin ji aliyê rewşenbîran û hezkiriyên çand û pirtûkan ve tê pêşwazîkirin.”

EHMED SEMÎR / ANHA/QAMIŞLO