Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa navçeya Dêrikê bi hevkarî û koordînekirina Navenda Dicle ya Çand û Hunerê pêşangeha hunerên destan û floklorîk organize kir.
Bi armanca geşkirina floklora kurdî û kelepora wê, Komîteya Çandê û Hunerê ya Meclisa navçeya Dêrikê bi hevkarî û koordîneya Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê, pêşangeha hunerê destan û keleporî vekir. Pêşangeh li hola Navendê, hat lidarxistin.
Gelek şênî û Saziyên Civaka Sivîl beşdarî vekirina pêşangehê bûn. Di pêşangehê de bi sedan peyker, parçeyên keleporî ku kelepor û çanda herêmê nîşan dide û ji wê jî zêdetir gelek hunerên destan hatin pêşkêşkirin.
Der barê vê de rêveberê Navenda Dicle ya Çand û Hunerê Elî Hacê Yûsiv got: “Armanca pêşangehê geşkirina kelepor, çand û floklora kurdî û parastina van mîrasan e. Peyker û destekariyên ku di pêşangehê de hatine pêşkêşkirin ên şêniyên herêmê ne û bi hedefa pêşandana çand û floklora kurdî pêşkêşî Navenda Çandê kirin e.” Pêşangeh ê 2 rojan din bidome.
ANHA/QAMIŞLO