Di navê de endamê serkirdayetiyê û berpirsê rêxistinên Xaneqînê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şêrko Mîrweys, endamê komîteya bilind a nivîsgeha rêxistinên YNK Muhsin Elî Ekber, nûnerê YNK li Nemsayê, hunermend, rewşenbîr,  nîgarkêşan û xwendekarên peymangeha hunerên ciwan li Xaneqînê jî di pêşangehê de amadebûn. Hunermenda ciwan Zehra Îranî 25 tabloyên cur be cur ku zêdetir têde bal kişandiye ser xemên jinan û xwazayê têde hatiye pêşandan. Di vê derbarê de Zehra Îranî got: Wekû hûn dibînin jin û xwaza zêdetir di tabloyên xwe de min daye nîşandan ji ber ku ez dibînim ku jin hîna li nasnameya xwe digere û hîna negihêştiye mafê xwe yê xwazayî di jiyanê de. Di her wêneyek Zehra Îranî de jin bi cil û bergên netewî û keda xwe têne nîşandan. 

XANEQIN