Komeleya Çerkezan doh li bajarê Minbicê pêşangeheke vekir. Armanca pêşangehê danasîna alavên foklorîk û çanda çerkezan bû. Pêşangeh ji alavên mîrateyên kevn pêk hat.

Tê zanîn ku vekirina pêşangehê ji bo bicihkirina rêgezên neteweya demokratîk e ku yek ji stûnên pirrengiya çandî û jiyana hevbeş e.

Pêşangeh ji alavên wekî, destar, bivir, alavên muzîkê, sifir, şor, tîr û kevan, teşî û aş pêk dihat.

Pêşangeh bi beşdariya bi dehan ji şêniyên bajêr û gundewarên wê ve hate vekirin.

Tê zanîn ku li bajarê Minbicê yekemîn car e ku pêşangehek foklorîk taybet bi çanda Çerkezan ve tê vekirin.

Her wiha di nava pêşangehê de wê dîlanên foklorî ji aliyê koma girêdayî komeleya Çerkezan ve were pêşandan.

ANHA / MINBIC