Pêşengeh li bajarê Almanyayê Wanne- Eickelê, li Cafe Klachê vebû. Di pêşengehê de, xwarinên çanda Kurdî û yên din hatin pêşkêşkirin. Pişt re, xwediyê Die Kleine Galerî yê di heman demê de mamosteyê Hatîce Karaaslan e Herr Berhold axaftinek kir. Berthord kêfxweşiya xwe anî ziman û got, naveroka wêneyên Haticeyê Kurdistan û jinên Kurd in û destnîşan kir ku di mijara Kurdan de jî, ew xwedî eleqe ye. Herwiha ji şagirta xwe re serkeftin xwest. Tevî tevahiya wêneyan, wêneyên Roboskî, Kobanê, Nemrût û Heskîfê jî, bi baldarî hatin temaşekirin. Herî dawî Koma Amargî derket ser dikê û mûzîka Kurdî pêşkêşî mêvanan kir. Şêwekar Hatice Karaaslan di 11 saliya xwe de, weke zaroka malbateke karker, ji Kûrecîka Meletiyê hat Elmanyayê. Zewiciye û diya 2 zarokan e.
BOCHUM