
Li Xaneqîn pêşengeha wêneyan ji bo şehîdên di berxwedana Rojavayê Kurdistanê de şehîd bûne hat vekirin. Malbata şehîdên Rojava jî hatin xelat kirin.
Li bajarê Xaneqîn ê Herêma Germiyan ji bo kesên di berxwedana Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe jidest dane, pêşengeha wêneyan hat vekirin. Berpirsê navenda çalakiyan a Xaneqînê Zanyar Cewher ji RojNewsê re got ku pêşengeh bi navê hunermend û pêşmerge Rêbwar Xelîl hatiye vekirin.
40 tablo hate nişandan
Zanyar Cewherî diyar kir ku di pêşengehê de 40 tabloyên cur be cur hatin nîşandayîn ku piraniya wan serkeftina Rojavayê Kurdistanê vedibêje. Cewher destnîşan kir ku di pêşengehê de herwiha malbata şehîd Simko Egîd ku ciwanek ji bajarê Xaneqînê ye û di nava YPG’ê de şehîd bûye, hatiye xelatkirin û got: “Xelat ji pêşmergeyên ku di berxwedana Kobanê de cih girtin, hat dayîn.”
GERMIYAN