Parlamenterê Iraqê yê koma YNK´ê Arêz Ebdullah got, xwepêşandanên li Bexdayê ji bo reformê ne, Sedr dixwaze bi van xwepêşandanan hêza xwe ya siyasî mezin bike û dengê zêdetir bigire. Arêz Ebadullah wekî din got, Ebadî jî bi hêsanî daxwazên xwepêşandêran pêk nayîne.
Li Iraqê ji ber sedema hebûna gendelî, nebaşbûna rewşa welatiyan ji ber krîza darayî, li paytext Bexdayê xwepêşandan tên kirin, di 25’ê Adarê de xwepêşandaneke bi milyonî hat lidarxistin.
Ebdullah got; “Li Iraqê nerazîbûnek xelkê ya zêde li hemberî desthilatê heye. Her wiha xwepêşandêr daxwaza reform û guhertinan dikin. Eniya Sedr jî dixwaze xwe weke pêşenga van nerazîbûnan nîşan bide. Dixwaze projeya siyasî ya xwe di qada siyasî de bihêz bikin. Di hilbijartinên dema pêş de bi bandor bibin û dengên zêdetir bidest bixin. Kursiyên zêdetir di parlamentoyê de qezenc bikin.”
Têkildarî îdiayên ku Sedr û Ebadî bûne yek ji bo dûrxistina Malikî, Arêz Ebdullah got; “Ez bawer nakim tiştek wiha hebe. Ebadî bi xwe nêzî Malikî ye. Girêdayî dewleta Yasa ne. Ger daxwazeke Sedr pêk anîbin ew jî nayê wê wateyê ku ji bo dûrxistina Malikî ye. Ebadî nikare wisa bi hêsanî daxwazên eniya Sedr û xwepêşandêran pêk bîne. Ji ber rewşa Iraqê ji bo vê dest nade. Ji ber ku Parlamentoya Iraqê pêştir ji bo çareseriyê salekê dem daye Heyder Ebadî, belê nekarî gendeliyê xelas bike.”
RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ