MIHEMED HESEN / ROJNEWS/RANYA

Êriş û bombebarana dewleta Tirk a li dijî sivîlên Bûşûrê Kurdistanê dewam dike.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, doh saet di 09.30’an de gundên Silê û Bolê yên li herêma Binarê Qendîlê bombebaran kirin. Balafiran li gundê Bolê 2 malên gundiyan bombebaran kirin û di encamê de 4 gundî birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa Mamoste Cengî Enwer û Ebdullah Hemîd Emer giran e, û ew rakirin nexweşxaneya Sengeserê. Şêniyên gundê Bolê qala kêliyên bombebarênê kirin.

Qêrîna zarokan digihîşt azmanan

Welatiyê ji gundê Bolê Hêmin Mistafa ku ji bombebaranê re şahidî kir dibêje; “Di dema bombebaranê de em bi çinîna xiyar û bacanan ve mijûl bûn. Gelek sal in ku em di bin bombebarana dewleta Tirk û Îranê de ne. Her roj em bi tirs diçin nava baxçeyên xwe. Di dema bombebaranê de ji derveyî zarokê biçûk ti kes ji me di mal de nebûn. Ez gelekî tirsiyam. Çoka min şikest. Min nedikarî ji cihê xwe rabim. Hemî toz û saçme bi ser mala me de hat. Hemû  pencere û camên me şikestin. Qêrîna zarokan digihîşt ezmana. Ji ber agir gelek rez û baxçeyên gund şewitîn.”

Nerazîbûna xwe nîşan bidin

Rûniştvanê gundê Bolê Sîrwan Omer jî got; “Saet di 09.00’ê sibê de du balafirên şer gundê me bombebaran kir. Di encamê de du welatî bi giranî birîndar bû. Hemû baxçeyên xiyar, bacan, kolind û gindoran şewitîn. Êdî kêrî xwarinê nayên. Gundî daxwazê ji parlamentoya Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin ku êdî sînorekî ji bo wan bombebaranên dewleta Tirk diyar bike. Zarok, pîr û ciwan tirsiyan. Nizanin çi bikin. Jiyana xelkê li ser rez û baxçeyan nebaş e. Hemû xizmên me li gundin. Karê me hemû li gund e. Hêvîdarim ku aliyên peywendîdar û xelk helwest û nerazîbûna xwe nîşan bidin.”

Divê zextê li dewleta Tirk bikin

Şahidê bombebaranê Cengî Enur jî diyar kir ku di dema bombebaranê de li gel zarokên xwe ji bo çinîna bacan û xiyaran di nava baxçe de bûn da ku bibin bazarê bifiroş in û got; “Gelek nêzî me bombebaran kirin. Xwedê em parastin. Ji ber bombebaranê ber, saçme û dar bi ser me de hatin. Em daxwazê ji rêxistinên navneteweyî dikin ku rê li pêşiya bombebarana dewleta Tirk bigrin û divê zextê li dewleta Tirk bikin.”