Yek ji fermandarên HPG’ê li Celewla Dilsoz Efrîn derbarê operasyona hevpar a gêrîlla û pêşmergeyan a li dijî Celewla de ji RojNewsê re axivî. Dilsoz Efrîn wiha got: “Me ji bo azadkirina Celewla dest bi operasyona rizgakirinê kir. Me ji aliyê rojhilat, rojava û bakûr ve dest bi êrişê kir. Gêrîllayên me ji aliyê bakûr de êriş kirin. Li aliyê bakûr xala kontrolê hebû û gêrîllayên me di pêş de êriş kirin. Gêrîllayan despêkê xala kontrolê xistin di bin kontrola xwe de.”

Koma pêşî em ketin bajêr

Dilsoz Efrîn ragihand ku gêrîllayên wan bi sûîqest û qernasan xala kontrolê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin û wiha pêdeçû:  “Gêrîllayên me di vî alî de serkeftin bi destxistin û ji bo çûyîna nava bajêr rê vekirin. Ji aliyekî din ve jî hevalên me bi awayekî veşartî ketin nava bajarê Celewla. Koma yekemîn bi serkeftî ket bajêr û ew jî grûba gêrîllayan bû. ” Fermandarê HPG’ê Efrîn diyar kir ku di şerê rizgarkirina Celewla de ti şehîd û birîndarên wan çênebûne û niha baregeha gerîla li Celewla heye.

Baregeha gerîla li bajêr e

Li ser daxuyaniyên berpirsê herêma Celewla yê hêzên pêşmergeyan ku îdia dikirin tenê pêşmerge tevlî şerê rizgarkirina Celewla bûne, fermandarê HPG’ê Dilsoz Efrîn wiha got: “Ti rastiya van daxuyaniyan tune ye. Em niha jî di nava Celewla de ne û baregeha me jî heye. Kesên bixwazin dikarin werin cihê ku em lêne bibînin. Ala HPG’ê li ser rêya ketina Celewla hatiye bilindkirin.” Derbarê rewşa niha ya Celewla de jî Dilsoz Efrîn wiha got: “Niha rewş li Celewla arame û çeteyên DAIŞ’ê ji vê herêmê reviyane. Ji ber ku êriş bi berfirehî dest pê kir, çeteyan nekarîn li ber xwe bidin. Tenê li cihê ku gêrîlla ketin bajêr de hinekê li ber xwe dan. Ji xwe piştre hemû ji bajêr reviyan. Lê di hinek malan de mayîn danîne û her kêliyê mayînek diteqe.” Efrîn got ku pêşmerge serdana wan dikin û wiha got: “Niha em li pêşiya baregeha xwe ne û pêşmerge serdana me dikin.”

Dilsoz Efrîn  got: “Daxuyaniyên yekalî ku dibêjin tenê pêşmerge tevlî şerê rizgarkirina Celewla bûne ne rast in. Em daxuyaniyên yekalî û nerast şermezar dikin. .”

ROJNEWS/SILÊMANÎ