
Mabest rêxistinkirina parastinê bû
Yek ji van gerîlayan Dilşêr Herekol ku bi îlankirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê re bû fermandarê yekîneyan, destnîşan kir ku demek kurt beriya êrîşên çeteyan bi 11 hevalên xwe yên gerîla re bi awayekî veşartî derbasî herêma Şengalê bûne. Herekol diyar kir ku ew li ser van perspektîfên Rêberê Gelê Kurd ji bo rêxistinkirina parastin û berxwedana herêma Şengalê berê xwe dane Şengalê.
‘Me bi veşartî û bêçek xebat meşand, 3 hevalên me û welatparêzek jî hatin girtin’
Dilşêr Herekol bal kişand ku dema hatine herêmê, kontrol di destê PDK’ê de bû, lê destûr nehatiye dayîn ku ew bi awayekî fermî kar bikin, lewre bi veşartî û bêçek xebat meşandine. Herekol wiha dom kir: “Hefteyek piştî hatina me hêzên PDK’ê 3 hevalên me û welatparêzekî Êzîdî girtin û heta niha jî me tu agahî ji wan hevalan negirtiye. Heta roja êrîşên çeteyan jî me weke sivîlan li herêmê kar kir, me çekên xwe jî veşartibûn. Ji bo ku di navbera me û PDK’ê de aloziyek çênebe, em wiha nêzîk bûn.”
‘Gundiyan 2-3 saetan şer kirin’
Dilşêr Herekol destpêkirina êrîşên çeteyan û geşedanên wê demê wiha anîn ziman: “Çeteyan destpêkê êrîşî gundên Girzerik û Sîba Şêx Xidir kirin. Di şeva 3’ê Tebaxê saet di 02.00’yan de êrîş kirin. Gel jixwe bi şev nobeta gundê xwe digirt. Gundiyan 2-3 saetan li her du gundan şer kirin. Lê piştî ku dîtin bihezaran peşmerge tevî ewqas çekên giran ji qadê vekişiyan, gel jî dest ji şer berda û berê xwe dan çiyayên Şengalê. Lewre di rojekê de navçeya Şengalê û 72-73 gundên wê ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber vê yekê ev ferman ji hemû fermanên din girantir û cudatir bû.”
‘Em bûn şahidê fermanê’
Herekol da zanîn ku wan bi çavên xwe fermana bi Êzdiyan de hatiye dîtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek kes pêxwas an jî bi şimikan reviyan, tu pêdiviyên jiyanî bixwe re ne anîbûn, xwarin tunebû. Heta ku gel gihîştin lutkeyên çiyayê Şengalê ku li wir av û xwarin kêm be jî peyda dibû gelek kesan ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.”
‘Me pişta xwe da çiya û liber xwe da’
Dilşêr Herekol diyar kir ku piştî çete ketin herêma Şengalê û gel xwe spat çiya, wan jî pişta xwe daye çiyayên Şengalê û rêyên derbasî çiya dibin, girtin e. Herekol axaftina xwe wiha domand: “Rêya ku ji navçeya Şengalê diçe Bakûrê çiya, aliyê Sinûnê û Dugirê, piştî ku pêşmerge ji herêmê derketin vala ma. Hevalên me ew rê girtin da ku çeteyên DAÎŞ’ê derbasî çiya nebin. 4’ê tebaxê 3 caran êrişî vê derê kirin da ku wê derê bigrin, lê hevalên me nehiştin derbasî çiya bibin. Yanî me çiya berneda. Me rêya ji Sinûnê tê dikeve geliyê Kersê û hem jî rêya ji Navçeya Şengalê tê lutkeyê çiyayê Şengalê û derbasî Sinûnê dibe girt. Gel jî piştî ku dîtin em çiya diparêzin, moral girt. Hejmara me pir kêm bû. Piştî demekê hinek ciwanên Êzîdî jî beşdarî şer bûn.”
‘Bi berxwedanê gel bêhnek stend’
Herekol destnîşan kir ku di vê berxwedanê de wan Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) îlan kiriye û piştî ku hêzên HPG, YPG’ê jî hatin welatiyên li çiyayên Şengalê hatine parastin.
Fermandar Herekol got ku ew niha jî weke fermandariyeke hevbeş li çiyayê Şengalê xebata parastina Kurdên Êzdî dimeşînin.
Ronî û 4 hevalên xwe Çiyayê Şengalê nedan DAÎŞ’ê
Ronî Dirbêsa jî yek ji gerîlayên HPG’ê ye ku bi koma yekem a gerîlayan re derbasî çiyayê Şengalê bûye. Roja ku çeteyên DAÎŞ’ê dikevin herêma Şengalê ew jî bi gel re berê xwe dide çiyayê Şengalê û li serê duryana ku derbasî çiya dibe, doçkayeke 23.5 ku dema hêzên PDK’ê paşve çûn li wir hiştibûn, datîne û bi 4 hevalên xwe re li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê li berxwe dide. Çeteyên DAIŞ’ê di rojekê de 4 caran êrîş dikin, lê Ronî û hevalên xwe nahêlin derbasî çiya bibin û pêşiya komkujiya li ser bisedhezaran Kurdên Êzîdî digirin.
Ronî Dirbêsa serpêhatiya xwe ya di 3’ê Tebaxê de destpêkir wiha anî ziman: “Roja fermanê ez bi wesayîtê çûm gundekî ku ez hinek ciwanan bigrim cem xwe û em li berxwe bidin. Pêşmergeyan astengî çêkirin û çekên millet jî ji wan digirtin. Ez zîvirîm hatim cem hevalan. Me dît ku bi hezaran pêşmerge, tevî çekên xwe yên giran direvin, wê gavê min fêm kir ku rewş pir cidî ye. Ez û 3 heval ketin rê, me xwest ku bi lez xwe bigihînin çiya da ku hinek çekên giran ji pêşmergeyan bigirin û li çiya li ber xwe bidin. Di rê de çend caran me ji pêşmergeyan çekên wan ên giran xwestin û me jê re got ku em bi hev re di çiya de li berxwe bidin, lê pêşmergeyan qet li dû xwe nenerîn û çûn. 5 hevalên me li vir bûn. Gundiyan telefon kirin û gotin li vir doçkayek heye, em nizanin bikarbînin. Em çûn me 5 anî û li serê fetlanekê ku hakîmî riya ji navçeya Şengalê tê ye, bicih kir.”
Dirbêsa diyar kir ku piştî wan doçka bicih kiriye bi saetekê çeteyên DAIŞ’ê êrişî wir kiriye û anî ziman ku ger ew hinekî din dereng mabana wê cihê herî stratejîk ê çiyayê Şengalê biketa destê çeteyan. Dirbêsa êrîşên çeteyan jî wiha vegotin: “Wesayîtên çeteyan hatin hemberî me. Çawa ku ala PKK’ê û wêneyê Rêber Apo li ser doçka dîtin, li bin guhê hevdu ket û wesayîta wan stop kir. Em çar kes bûn, me bi sîlahên ferdî lê da, wesayîta wan li rex rê qulibî. Piştre 3-4 carên din jî bi wesayîtên doçka hatin. Ji serê fetlaneke dema wesayît xuya dikirin me bi doçkayê li wan da û wesayîtek wan rûxand. Di her êrîşekê de paşve kişiyan.”
Ronî Dirbêsa axaftina xwe wiha domand; “Her wiha me jî dizanîbû ku ger em cihên stratejîk ên Çiyayê Şengalê bigrin, em dikarin gelê xwe yê Êzdî li vir biparêzin. Ji ber wê jî destpêkê me ev der girt û parast. 4-5 rojan li ser hevdu bêxwarin-bêav me ev der parast. Me nehişt çete bikevin çiya. Heta fêm kirin ku ew nikarin vir bigrin.”
‘Gel jî tevlî berxwedanê bû’
Ronî Dirbêsa anî ziman ku gelê xwe spartiye çiya, hêviya xwe winda kiribû, behsa fermana 73’yan, herwiha giliya ku tu kes bi hawara wan naçe dikirin, lê piştî hêzên HPG û YPG’ê hatin hinekê rehet bûne û wiha dirêjî da axaftina xew: “Em çend caran bi wesayîta ku me posterê Rêber Apo û ala PKK’ê li kiribû, derketin nava gel û me got ‘vaye PKK hatiye, wê PKK we biparêze.’ Eşîrek li aliyê Çilmêra hebû, wan û hinek ciwanan xwe gîhandin me. Her wiha dema ku dîtin me li çeteyan xist û wesayîta wan ruxand, gel jî cesaret girt. Piştî wê di nava 2 rojan de biqasî 1500 kesên çekdar bi me re tevgeriyan. Piştî 3 rojan gava hevalên me xwe gihandin çiya wê gavê dilê gel jî hinekî rihet bû. ”
‘Êrişî kaniyên avê dikirin’
Ronî diyar kir ku eşîra keçelan a li herêma Şengalê jî alîkariya çeteyan kiriye û bi alîkariya wan DAIŞ’ê êrişî hemû cihên stratejîk ên çiyayê Şengalê kiriye û wiha pêde çû; “DAIŞ’ê êrîşî hemû kaniyan dikirin, me jî bi welatiyên tevlî berxwadanê dibûn, araste dikirin û kemîn datînan da ku çete kaniyan negirin û gel nekeve xefkê. Di her du rojên destpêkê de bi rêya van rêxistinkirinan biqasî 50 çete ji aliyê gundiyan ve hate kuştin.”
Ronî Dirbêsa bal kişand ser korîdora mirovî ya ji aliyê hêzên HPG, YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê ve hatiye vekirin û diyar kir ku ger ev korîdor nehatiba vekirin, wê encamên vê karesetê girantir bûya.
BOTAN GULAN/ANHA/ŞENGAL