Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li kantona Cizîrê derbeyên giran ji destê YPG/YPJ’ê xwarin, çeteyan dest bi teqandina tirimpêlên bombarkirî û mayinan kirin. Hemberî van êrîşan, YAT li Kanton a Cizîrê operasyonek hevbeş li darxist.  

YAT a ku girêdayî YPG’ê, li Kantona Cizîrê li bajerên Serêkaniyê, Hesekê, Til Berak û Til Hemis operasyonek  hevbeş li darxistin. Di encama operasyonê  de 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.


Gelek alavên teqemeniyê hatin girtin

Her wiha di operasyonê de tirimpêlek bombebarkirî, rextên întiharî û gelek mayîn hatin desteser kirin.

Di operasyona serkeftî ya YAT de li gundê Xaşugalê yê girêdayî Til Berak, berpirsyarê çeteyan yê li herêmê yê bi navê Ebû Elî bi nasnav(Hiseyn Heci Ehmed) û sê endamên çeteyan yê ku çalekiya întiharî lidarbixistan, hatin girtin.

Hêzên Antî teror ew çeteyên ku çalekiya întiharî plan kiribûn li gundê Til El-Cehş (Girkê Kerê) mezrayek girêdayî wê ji çeteyan paqij kirin û tirimpêlek û alavên teqemeniyê jî hatin bê bandor kirin.

Operayona ku Yekîneyên Antî Teror hemwext dayî despêkirin li Serêkaniyê 4, Hesekê 2 çeteyên ku dixwestin mayînan dayînin, li Til Hemis 2 çeteyên ku amadekariyên êrîşek întiharî dikirin, hatin girtin. Her wiha li ser wan çeteyan gelek madeyên teqemeniyê yê bi dest hatibûn amadekirin, hatin girtin.

Di vê operasyonê YAT de 5 kesên êrîşên întiharî, 7 kes ku mayîn dixistin binerdê girtin. 


 ANHA/QAMIŞLO