Cigirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed doh li paytext Bexdayê pêşwazî li çend kesayet û rewşenbîrên Kurd kir. Li gorî agahiyan, di serdanê de kesayet û rewşenbîrên Kurd destxweşiya helwêsta Cigirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed a li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê kir.

Her wiha Aram Şêx Mihemed jî got; “Pêwîst e dûr ji nêzikatiyên şovenîst, li her cihekî Kurd lê bin, nasnameya xwe biparêzin. Mixabin, piştî rûxîna rejîma Baas bi taybetî di navbera salên 2005 û 2014’an de Kurdan nekariye li Bexda sûd ji derfetên heyîn wergirin. ”

Aram Şêx Mihemed îşaret bi krîzên li Herêma Kurdistanê kir û got, van "li Bexdayê daxwazên Kurdan ên di asta neteweyî de kêm kirine. Ji bo wê divê pêşî ew bikarin ji derfetên di destûra Iraqê de heyîn, sûdê wergirin.” 


 BEXDA