Dêra Bartholomeus a ku xwedî dîrokeke kevnare ya 700 salî ye, bi tu awayî nayê parastin. Dêra ku şahîdî ji hemû şerên cîhanê re kiriye niha terikî qedera xwe hatiye kirin. Dêra St. Thomas a dîrokî ya li taxa Kanzak a navçeya Wanê Westanê jî bû goma sewalan. 

Ev bi salan e ku li Tirkiyeyê  dêrên dîrokî tine tên hesibandin. Yek ji van dêran jî dêra Bartholomeus a xwedî dîrokeke kevnar e. Dêra ku bi ti awayî nayê parastin şahîdî ji hemû şerên cîhanê re kiriye û niha bi tena serê xwe û terikandiye. 

Li Tirkiyeyê bi salan e gelên  xwedî baweriyên cuda bi çand û dîroka xwe nayên dîtin. Ermeniyên ku di serdema Şerê Cihanê yê Yekemîn de bi qirrkirinê re rûbirû ma, niha jî şop û bermahiyên wan ên dîrokî bi tehlûkeya tinekirinê re rûbirû ne. Li her deverê Tirkiyeyê dêrên dîrokî yan mîna amûrên tûrîzmê tên dîtin yan jî ji bo ku nayên parastin vediguherin axuran. Li gundê Albayrak ê Ebaxa ser bi Wanê, dêra 700 salî niha terikandî ji kavilbûnê re hatiye hiştin. Her wiha dêra ku bi salan e ji aliyê wargeha eskerî ve hatibû dorpêçkriin, niha jî ji ber têlên rêsayî, kes nikare biçe serdana wê.

  

Êsîrbûna dêrê dewam dike 

Dêra bi navê Bartholomeus heta niha şahidî li gelek şerên neteweyî jî kiriye. Her çiqas 700 salan li ser piyan mabe jî ji aliyê Midûriyeta Çandê ya dewleta Tirk a dagirker ve bi ti awayî nayê parastin. Dêra Bartholomeus bi salan e ji aliyê hikûmetê ve di nav sînorên wargêha eskerî de dihat girtin. Dêra ku îsal qaşo dawî li êsîrtiya wêhat, hîna derdora wê bi telan girtî ye. Têlên wargeha eskerî li dora dêrê pêçayî, dibin sedema tirsê. Ji ber têlan ne gundî ne ne jî kesekî din dikare biçe serdana dêrê. Herwiha alên dewleta Tirk ên li derdora dêrê daliqandî jî balê dikşînin. 


Dêra dîrokî bûye axur

Li Westana Wanê jî dêra St. Thomas a dîrokî ya li taxa Kanzak hatiye ber nemanê. Dêra 400 metroyî dûrî Gola Wanê, li cihê ku lê dimîne, mîna kartpostalekê xuya dike. Dêra dîrokî niha bûye axur ji bo sewalan.   

Dêra ku sedsala 11’emîn bi armanca alavên pîroz ên St. Thomas biparêze bi destê serrahîp Kîrakos ve tê avakirin, piştî sedsala 16’emîn careke din tê restorekirin û wekî keşîşxane tê bikaranîn. Dêra ku di sedsala 17’emîn de tê talankirin, roj bi roj heybeta xwe ya berê ji dest dide. Di sedsala dawî de jî hemû diwarên dêrê xera bûne û defînegeran kort û çalên mezin lê vekirin û niha jî mîna gom yan jî axur ji bo sewalan tê bikaranîn.

Lêkoler-nivîskar Îkram Îşler li ser mijarê got, “Serdemekê li vir bawerî hebû. Hewariyên Hz. Îsa hebûn. Dengvedana stranan û beytan hebû, lê roj hat û dêr mîna goman tê bikaranîn. Dêr ne weke nîşaneya dîrokê, ji bo tiştên cuda tê bikaranîn. Berî demekê Midûryeta Çandiniyê, ji dêrê re rê çêkir, lê wesayît dernakevin jorê. Herçî Rêya Dêrê ye, ji ber heriyê mirov nikare tê re biçe.”  


WAN