
Pêşîmam di nava civaka Êzîdiyan de xwedî roleke pirr mezin û girîng e. Dîroka Pêşîmaman vedigere berî serdema Şêx Adî bi 800 salan. Yanî ji wê demê ye ku civaka Êzîdî xwe di warê binemalê de ava dikir û ber bi nûbûnê ve diçû.
Yek ji rola pêşîmaman ew e ku ew di warê zewacê de ango dema ku keç û law bi hevre dizewicin, bi biryara pêşîmamî û bi gotina pêşîmam jiyana wan ya zewacê dest pê dike, bêyî wê heger keç û law bi hev re bizewicin, hingê ew zewac nayê pejirandin, yanî mehra wan qebûl nabe û wek gunehekî tê dîtin. Ji xwe ev teorî di nava hema hema hemî civakan de heye û di nav civaka Êzîdî de pêşîmam mehrê dibirrê.
Heger em bi çavekî lêkolînê li mijarê binihêrin. Pêşîmam, ji peyvên pêşî û mam pêk tê. Bi peyva pêşî ango destpêkê diyar dibe ku pêşîmam mirovê herî pêşî di civakê de ye. Jixwe di nava dîwan û meclisên olî de jî rola pêşîmam her li pêş e. Her çiqas van demên dawiyê jî ev rol hinekî lawaz bûye jî wek tesbît ji me re xuya dibe ku rola wan pirr girîng e.
Di serdana xwe ya berî çend rojan de ez li Pêşîmam Hesen bûm mêvan! Pêşîmam Hesen di destpêlê de navê bavê xwe wisa, got: "P. Hesen, Silêman, Emer, Hesen, Mûsik, Şêxmûs, Mihema, Salo, Dumu, Mihema û Pêşîmam Hesen. Li ser dîroka malbata xwe herî herî dawî di 1913´an behsa gelek serpêhatiyan dike û li ser destana Girê Kos ku di dîroka malbata Pêşîmam de naskiriye jî dibêje, "Dema bapîrê min Pêşîmam Emer ji ber sedema fermanan û qirkirinê bi zarok û êla xwe ve dixwaze biçe bi hawara Şengalê ve, li wir ew rastî Erebên biniya beriyê tê û şerekî mezin di navbera wan û Ereban de rûdide. Di encama wî şerî de 63 kes jiyan a xwe ji dest didin û dibin qurbanî di ber ol û neteweya xwe de. Di nava wan qurbaniyan de 4 ji malbata Pêşîmam Emer bûne ango zarokên wî bûn û herî dawî ji bo ku gelê xwe rizgar bike, Pêşîmam Emer biştî qehremaniyeke mezin bi bêbextî bû qurbanî di ber ola xwe de.
Pêşîmam Hesen ku ev demeke dirêj e li Elmanyayê dimîne. Li Elmanyayê hejmara Êzîdiyan bi taybetî ya êla Çêlkan ku binemala Pêşîmam mezinên wan in gelek e. Ew li ser wan dibêje, "Ji ber ku Elmanya me baş nas dike û bi adetên me jî dizane, em jî wek binemala Pêşîmam me berê û niha jî serdana gelek dezgehên civakî kiriye ku em di warê ji nû ve sazkirin û erêkirina zewac û meseleyên burokrasiyê yên ku bi rewşa miletê me re elaqedar in çareser bikin. Em li bendê ne ku ev bibe wek biryar di warê zewaca keç û lawan de di demeke herî zû de çareser bibe."
Li milê din, Pêşîmam li ser vegera cî û warê xwe dibêje, "Em bi koka xwe ji Batmanê ne ku hîna ziyareta Şêx Mihema Memikî li wir e, em jî wek binemala Pêşîmam, gundê me jî jê re dibêjin Memika, ku li derdora Batmanê ye."Pêşîmam Hesen di dewamê de jî dibêje, "Malbata me li ser parçeyên Kurdistanê hemûyan belav e. Ji ber ku di dîrokê me gelek êş û nexweşî dîtine, em her wek çûkên mihacir in, her çiqas em dûrî hêlîna xwe ne, em ê ji sedî sed rojekê li hêlîna xwe vegerin."
Herî dawî, Pêşîmam Hesen li ser avakirina Yekîtiya Êzîdiyên Sûrî (YÊS) ku şaxê wê ye Ewrûpayê 2´yê Sibata 2020´ê li bajarê Elmanyayê Hildesheimê hatibû ragihandin got, "Me wek civaka Êzîdî li ser dirêjahiya dîrokê ji bo ol û neteweya xwe gelek qurbanî dane. Hêviyên me gelekî berz dibin û xewna me pêk tê dema ku gelê me xwe bi rêxistin dike. Bê guman ev jî bi saya serê şervan, keç û lawên me Kurdan ku heta vê kêliyê ew nirx û hebûna olan hemûyan diparêzin, yên me Êzîdiyan jî di nav de ev jî hêviya me bi cih tîne.
Divê hemî Êzîdiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê xwe li derdora vê yekîtiyê bidin hev û bibin alîkar da ku êdî em jî ji bo siberoja xwe aram û rehet razin."