Baxçeyê Kurdistan li ser erdekî ji 25 doniman hatiye avakirin û tê de bi tevahî 41 hezar û 598 şitlên daran hene. Ji van şitlan 15 hezar darên zeytûnê, 8 hezar û 950 tirî, 3 hezar 330 henar, 3 hezar û 148 hûkên bilind, 700 hûkên bihnê, 640 merx, 2 hezar spîndar, 2 hezar xurmeyên pelên pan, 5 hezar û 500 xurmeyên ber dirêj û 330 mircan in.


Çandina daran qedexe bû

Şitlên daran û kulîlkên xemilandinê di Baxçeyên de tên xwedîkirin û piştre li cihekî guncaw tên çandin. 

Rêveberê Baxçeyê Kurdistan Mihemed Salih Reso diyar kir ku ev proje di çarçoveya xebatên geşkirina rewşa çandiniyê li Kantona Cizîrê pêk tê û armanca hewldana wan rê li ber beyarbûnê girtin e. 

Reso got ku rêjîma Baasê bi hinceta parastina hilberîna genim, çandina daran qedexe dikirin.Reso ragihand ku bi qedexekirina çandiniya daran re atmosfêra tevahî herêmê ber bi beyarbûnê çû û wiha got: “Ji bo rê li pêşiya beyarbûnê bê girtin, em bang li welatiyan dikin ku çandina daran zêde bikin.”


Bi malbata xwe re dixebite

Cotkarê bi navê Mişel Cemîl Elî tevî hevser û 3 keçên xwe di Baxçeyê Kurdistan de dixebite û got ku şitlên daran wekî zarokan e û ji bo baş mezin bibin, xwedîderketineke taybet bi wan gerek e.



RANYA MIHEMED/ANHA/DIRBÊSIYÊ