Fermandar Mezlûm Ebdî îşaret bi çûna xwe ya muhtemel a Washingtonê kir, bang li Trump û NY´yê kir da ku hêzên çavdêr bişînin herêma dagirkirî ji bo ku Kurdan ji vê herêmê nekin der.

 

Mezlûm Ebdî dibêje, gelek çeteyên tundraw di nava hêzên dagirker ên dewleta Tirk de cihê xwe digirin û bi zena wan 146 çeteyên DAIŞ´ê jî li deverên dagirkirî di nava dagirkeran de hene.

 

Mezlûm Ebdî bi bîr xist ku “Emerîkî û Rûs garantorên peymanan in” û got, “Ew divê bi rola xwe rabin da ku bikin ku Tirk jî li gorî peymanê tevbigerin. Hewldanên herduyan jî kêm in.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ji Foreign Policy re peyivî û got, dewleta Tirk li Efrînê jî û li deverên nû dagirkirî jî qirkirina etnîk bi rê ve dibe û xwest ji bo pêşîgirtina li vê yekê hêzeke navneteweyî ya çavdêr li deverê bê wezîfedarkirin. Mezlûm Ebdî ji Lara Seligman re peyivî û got, dibe ku ew di demeke ne dûr de biçe Emerîkayê jî û ji DYE û Rûsyayê weke hêzên garantor xwest peymanan cîhbicî bikin.

Lara Seligman ji bo kovara Emerîkî ya siyaseta derve Foreign Policyê re bi Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî re peyivî. Ebdî bangeke yekser li serokê DYE´yê Donald Trump kir da ku hema di cîh de bi erka xwe rabe û Tirkiyeyê bîne rayê û bike ku Tirkiye li gorî şertên peymanê tevbigere, yanî Kurdan ji herêmên dagirkirî mecbûrî koçberiyê neke.

Wî ji bo vê yekê ji Trump re got, “Birêz serokê DYE´yî… Tirk li nava vê herêmê qirkirina etnîk dikin, çawa ku wan berê li Efrînê jî ev kiribû. Nabe ku Emerîka di sedsala 21´ê de destûrê bide guhertina bi darê zorê ya demografiyê û qirkirina etnîk.”

Îhtîmal e Mezlûm Ebdî biçe DYE´yê

Mezlûm Ebdî îşaret bi çûna xwe ya ne dûr lê nêz a muhtemel a Washingtonê jî kir û bang li Trump û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir da ku hêzên çavdêr bişînin herêma dagirkirî ya 20 mîlan (qederê 32 kîlometroyan) fireh da ku Kurdan ji vê herêmê bi darê zorê nekin der.

Mezlûm Ebdî ji kovarê re got, hêzên Tirk û çeteyên wan Kurdên hewl didin vegerin ser erd û malên xwe digirin yan jî dikujin, wekî din bi rêya telefonên destan gefan li xwediyên milk, erd û malan dixwin da ku venegerin. Fermandar Mezlûm Ebdî dibêje, elaqeyeke biçûk a bi rêveberiya xweser re jî weke sedem ji bo girtin, kuştin û talanê têra çeteyên dewleta Tirk dike.

Hewldanên Emerîkî û Rûsan kêm in

Kovar jî bi bîr dixe ku Tirkiyeyê dest bi bicihkirina penaberan li herêmê kiriye, di nava wan de xelkê, Dêra Zorê, yên Hema, Hums û Xutayê jî hene û heta Turkmen ji Iraqê û deverên din jî. Helbet çeteyên DAIŞ´ê û malbatên wan jî di nav wan de ne û Fermandar Mezlûm Ebdî ji kovarê re dibêje, hejmar tam ne iseh jî be, bi zena wan 146 çeteyên DAIŞ´ê jî li vê herêma dagirkirî tevî dagirkeran bûne.   

Mezlûm Ebdî DYE û Rûsya yekser hişyar kirin û got, divê ew bêhtir hewl bidin da ku dewleta Tirk Kurdan û hindikahiyên li wê deverê qetil neke. Mezlûm Ebdî behsa Efrînê jî kir, got, heta niha bi sedan sivîl hatine qetilkirin û 300 hezar kes jî ji cih û warên xwe bûne. Li ser mijarê Mezlûm Ebdî got, “Ev berpiriyariya Emerîkî û Rûsan e ku garantorên peymanan in. Ew divê bi rola xwe rabin da ku van kirinan asteng bikin û bikin ku Tirk jî li gorî peymanê tevbigerin. Hewldanên herduyan jî kêm in.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN