"Derfetên me kêm in. Tevî vê yekê jî em bi karê xwe bala cîhanê bikişînin. Bi rêya ‘Komîna Fîlm a Rojava` me li ser astê mîhrîcanên cîhanî encamên erênî bi dest xistin." Derhêner û lîstikvanê şanoyê Şevzan Mehmûd dibêje, herçiqas li Rojava derfetên sînemaya kêm bin jî bi rêya Komîna Fîlm a Rojava di warê sînemayê de pêşketinek heye. 7’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li Navenda Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kudistanê (HRRK) ya bajarê Qamişlo tê çêkirin. Mîhrîcana ku 10’ê Tîrmehê dest pê kir heta 17’ê vê mehê wê dewam bike. Derhêner û lîstikvanê şanoyê Şevzan Mehmûd jî di mîhrîcanê de şanoyek bi navê “Tirsonek”, pêşkêş kir. Şevzan Mehmûd ku di nav Komîna Fîlm a Rojava de kar dike, behsa karûbarên sînemaya li Rajava kir. Şevzan Mehmûd dibêje, tevî dorpêçê û êrişên li ser Rojava tên kirin bi hunera xwe ew bersiva van êrişan didin. Şevzan Mehmûd derheqa sînemayê de wiha peyivî: ‘’Derfetên me kêm in. Tevî vê yekê jî em bi karê xwe bala cîhanê bikişînin. Bi rêya ‘Komîna Fîlm a Rojava` me li ser astê mîhrîcanên cîhanî encamên erênî bi dest xistin û têkoşîna gelê Kurd û zilman ku rastê hatiye, nîşan da. Ew hemû ji bo me tecrûbe ne, em dikarin bêjin ku ne tecrûbeyên serketî bûn . Em hêdî hêdî xwe ava dikin da ku em bigihînin asta tê xwestin.” Derfet kêm in Şevzan Mehmûd dibêje, çend salên dawiyê li Rojava gelek fîlmên kurt û dirêj hatine çêkirin, bi vî rengî sînemaya li Rojava gihişt astekî baş lê hê jê re piştgirî gerek e. Şevzan Mehmûd wiha pê de çû: ‘’Lê belê niha sînema bi rengekî zanistî tê bikaranîn. Xebatkarên sînemayê jî rastî gelek perwerdeyan tên û derfet li pêş wan hatine vekirin. Berê ji ber sedemên ewlehiyê rastî gefa girtinê dihatin û ji bo derhêneriya karên xwe pêwîstiya wan bi gelek alavan hebû.Derfet li pêş xebatkarên sînemayê kêm in. Hejmara lîstikvanan jî kêm e û cihên taybet ji bo pisporên vî karî û holeke sînema ji bo pêşandana fîlman, tune ye.” QAMIŞLO