Di civînê nûnerên TEV-DEM’ê û bi dehan ciwan amade bûn.Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Xebat Efrîn axivî û got ku ciwan hêza herî çalak a civakê ne, ciwan şoreşê pêk tînin û ber bi serketinê ve dibin û divê hemû ciwan xwe bi rêxstin bikin û cihê xwe di refên şoreşê de bigrin. Xebat Efrîn di berdewamiya axaftina xwe de got ku ciwanên Rojava yên ji hemû pêkhateyan bi berxwedana xwe ya li gel şervanên YPG/YPJ’ê ji her kesî re îsbat kirin ku ciwanên kurd dikarin şoreşê biser bixin.Pişre jî ciwanên ku di civînê de amade bûne, nêrînên xwe dan û nîqaş hatin kirin.Civîn bi durişmeyên silavkirina berxwedana YPG/YPJ’ê û durişmeyên dilsoziya bi cangoriyan re bi dawî bû.
ANHA/EFRÎN